Berlîn: 550 Alman tevlî DAIŞ bûne

kurdistani 10:26 AM - 2014-11-23
Berlîn: 550 Alman tevlî DAIŞ bûne

Berlîn: 550 Alman tevlî DAIŞ bûne

Wezîrê karê navxwe ya Almanya Tomas Du Mêzyîr ragihand ku nêzî 550 welatiyên Almanya berê xwedana Sûriyê û Êraqê û tevlî rêxistina terorê DAIŞ bûne.

Wezîrê karê derve ya Alman roja Înê di hevpeyvîneke  ligel tora Fonîkis a Alman got ku; Li gorî agahî û zanyariyên  di destê me dene hejmara welatiyên Alman ên tevlî DAIŞ bûne zêde bûye û nêzî 550 kese, me beriya çend rojan goti bû ku hejmar 450 ye.

Du Mêzyîr her wiha diyar kir ku li gorî salên bihurî ev hejmare gelekî zêde ye û got: Ligel ku hejmara bêtir ji kesên tevlî DAIŞ bûne mêrin lê hejmarek jin jî berê xwe dane wan deveran û tevlî DAIŞ bûne.

Her wiha da xuya kirin ku nêzî 250 kes li ser xaka Almanya ne û weku kesên dibe ku gef li ewlekariya Almanya bixwin têne naskirin û em nikarin bêjin ku ew amadekariya êrişekê nakin.

Weku birgirî desthilatdariya Almanya beriya bi demekê ragihand ku ew dê nasnameya hejmarek ji kesên Îslamî yên radîkal jê bigre ta rê li ber çûna wan berve Sûriyê û Êraqê ve bigre.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket