Hulya Avşar serdana koçberên Kobanê kir

kurdistani 09:22 PM - 2014-11-22
Hulya Avşar serdana koçberên Kobanê kir

Hulya Avşar serdana koçberên Kobanê kir

Hunermend Hulya Avşar û hiqûqnas Kezban Hatemî hatin Pirsûsê konbajarên ku welatiyên ji Kobanê têde dimînin ziyaret kirin.

Dema Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez têkildarî konan agahî didan, li ser gotina Şaredarê Bajarê Mezin a Riha Celalettîn Guvenç a “Li vir siyasetê nekin” Hatemî ji Guvenç re got, “Bihêlin bila jin siyasetê bikin, bila biaxivin ku rastiya siyasetê derkeve holê.”

Hunermend Hulya Avşar û Hiqûqnas Kezban Hatemî, konbajarên ku welatên Kobanê têde dimînin û xeta sînor ziyaret kirin. Avşar û Hatemî, destpêkê konên AFAD ên li Alîgor û paşê Konbajarê Kobanê ziyaret kirin.

Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez a têkildarî welatiyên di konan de agahî da Avşar û Hatemû got ku tevayî bar li ser milê gelê alîkarîxwaz û şaredariyên DBP’ê ne, dewlet tenê li kampên AFAD dinêre. Li ser vê yekê Şaredarê Bajarê Mezin a Riha Celalettîn Guvenç ku got,“Em li vir siyasetê nekin, em li vir pirsgirêkêen gel derxin pêş” Ekmez jî bersiv da Guvenç û got, “Ev ne siyaset e, rastî ne. Divê werin ziman.” Hatemî ji Guvenç re got, “Bihêlin bila jin siyasetê bikin, bila biaxivin ku rastiya siyasetê derkeve holê.”

Avşar û Hatemî paşê ji bo Kobanê ji nêz ve bibînin çûn gundê Etmanek û ziyaretên xwe yên li wir dewam kirin. Avşar û Hatemî paşê zivîrin Pirsûsê.

PUKmedia / ANF`ê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket