Kosret Resûl: Destkeftiyên îro em di nav de jiyan dikin berhemên xwîna şehîdane

kurdistani 07:44 PM - 2014-11-22
Kosret Resûl Elî

Kosret Resûl Elî

Bi bona roja şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê duh şemiyê 21 / 11 / 2014`e li Talara Huner li bajarê Silêmaniyê rê û resmek bi rêve çû, di marasîmê de cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNK`ê Kosret Resûl Elî gotaret pêşkêş kir.

Marasîm bi beşdarbûna her yek ji Serokkomarê Îraqê Dr.Fuad Masûm, Dr. Berhem Salih, berpirs û endamên desteya kargêr ê mekteba siyasî û endamên mekteba siyasî, encumena serkirdeyetiyê û navendî û nûnerên hêz û aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û beşên din ê Kurdistanê birêve çû.

Kosret Resûl di serî de bi xêrhatin li kesûkarên şehîdan û nûnerên Partiyên siyasî yê Kurdistanê û serokkomar Fuad Masûm kir.

Kosret Resûl di gotara xwe de da xuya kirin ku Şehîd (Xale Şihab, Kak Cafer û Kak Enwer ) nê li ser destê rêjîma Baas hatine şhîd xistin gotina( Kêm bijî..Gel bijî) kirin sologana Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û rêxistinên bi ser ve û bal kişand ser bi wê yekê ku destkeftiyên îro em di nav de jiyan dikin çi ji hikûmet yan parlemanto be, di encama fedekariya şehîdan de hatine holê û tekez li ser wê yekê kir ku divê em parastinê li nirxan û destkeftiyan bikin û rêzên xwe xurtir bikin.

Kosret Resûl di gotara xwe de bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê mal û xaniyin ji bo kesûkarên şehîdan dabin bike û bi ser wan de belav bike.

Û wiha pê de çû: Di demekê de ku em li vir şehîdên YNK`ê bibîrtînin, pêşmergeyên Kurdistanê û hemû aliyên siyasî li bereyên şer li dijî terorê şer dikin û ev yek ji bo hemû aliyan cihê şanaziyê ye.

Kosret Resûl cexit li ser wê yekê kir ku divê roja Şehîd yek roj be û ev bi yesayekê ji aliyê parlemantoya Kurdistanê bête pesend kirin, rojek ji bo şehîdên hemû Kurdistanê bête diyar kirin ne bi tenê ji bo şehîdên YNK`ê yan partiyeke din û diyar kirin ku ew hêvîdare ev pêşniyara wî bête pejrandin û piştgirî lê bête kirin, ji ber li Kurdistanê ti malbateke nemaye û di riya azadî û rizgarkirina Kurdistanê de şehîdek nedaye.

Kosret Resûl bal kişand ser bi wê yekê û got: Tiştên îro li Kurditanê pêk hatine, berhama xwîna şehîdan û gelê me ye û dê ta çarenûsa Kurdistanê bête bi destxistin û weku hemû miletên cîhanê hebûneke gelê Kurdistanê bête pejrandin ev meş berdewam be.

Kosret Resûl her wiha bi navê xwe û kesûkarên şehîdan û amadevanên dir ê û resmê de sersaxî li malbata tekoşer Dr.Kemal Fuad kir yek ji qehreman û sembolên tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê.

Kosret Resûl gotara xwe bi rêz girtin  û serî li ber şehîdên Kurdistanê  danîn bi dawî kir hîviya başbûna rewşa tendirustiya serok Mam Celal kir û got; Ez bi navê serok Mam Celal û ji bo hun silavên wî bighînin kesûkarên şehîdan yek bi yek, ez we yek bi yek silav dikim.

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket