BİRÊ TE BENDÊ TE YE-- Mehmet Çobanoğlu

kurdistani 07:30 PM - 2014-11-22
 BİRÊ TE BENDÊ TE YE

BİRÊ TE BENDÊ TE YE

Keça min haydê bîne
Pertûka me de hîne
Ez ketim ber bextê te
Birê xwe re bişîne

Keça min zîndan dûr e
Lawê min jî pir hûr e
Min berîya birê te kir
Birîna min jî kûr e

Keça min li me şer e
Me bang e me hawer e
Birê te bendê te ye
Barê xwe helde here

Keça min û canê min
Keserek ket dilê min
Ji zîndana Amedê
Agahîkî bide min

Keça min pir dizanî
Tu qîza me Kurdanî
Birê te jî şervan e
Hevalan jîyan anî ·

Mehmet Çobanoglu
19.112014
Stenbol —19.112014

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket