Jineke Holandî keça xwe ji DAIŞ rizgar dike û vedigerîne..Vîdyo
kurdistani 05:41 PM - 2014-11-22Jineke Holandî keça xwe ji DAIŞ rizgar dike û vedigerîne
Jina Holandî Monîk çend mang di nav nîgeriyê de derbas kirin û her dem di xema wê yekê de bû çawa keça xwe ya 19 salî ji dest çekdarên rêxistina terorê DAIŞ rigar bike û vegerîne.
Jina Holandî piştî ku keça wê ji barageha sereke ya DAIŞ bajarê Reqa ya Sûriyê bangawazî li Diya xwe kir ji bo bê û wê rizgar bike, yekser berê xwe da Sûriyê Reqa û bi şêweyeke dirametîk keça xwe rizgar kir.
Keça Holandî li ser enternetê dil ket xorteke Tirk bi navê Omer Yilmaz ku Endamê rêxistina terorê DAIŞ`ê û berê xwe da Sûriyê û tevlî DAIŞ bû, lê keça Holandî piştî demekê puşman bû û xwest vegerê, Keça Holandî bi şêweyekê peywendî li gel diya xwe danî û jê xwest bê wê vegerîne..diya wê bi şêweyekî kete Sûriyê berê xwe da bajarê Reqa baragehe sereke a DAIŞ û Keça xwe rizgar kir û bi ser Tirkiyê vegeran Holanda bajarê Mestirêt.
Keça vegerî Holanda ji aliyê polîs û dezgehên ewlekariyê kete bin lêpirsînê û hate bin çav kirin.
Ji aliyê xwe ve welatiyên Holanda derbarê bûyerê de xwedî nirînên cuda bûn, herjmarek ji welatiyan gotin ku divê alîkarî ligel bête kirin ji ber ku ew hate xapandin û têvedan.
her wiha ev neyek welatiya Holand bû ku berê xwe dide Sûriyê û keça xwe vedigerî ne, berya bi demekê jî welatiyê Holanda Dêmirtrî Pondig jî ji bo vegerandina kurê xwe berê xwe da Sûriyê, Dêmitrî da xuya kirin ku ew li Sûriyê ji aliyê DAIŞ ve hate girtin û rastî lêdan û îşkenceyê hat ji ber guman dikin ew bi ser DAIŞ de ye lê di dawî jê bawer kirin û Kurê wî jî danê û ew vegeriya Holanda.
Li gorî saziya Hewalgirya Holanda da zanîn di navbera du salên dawî de bêtirî ji 160 welatiyên Holanda berê xwe dan Sûriyê û Êraqê û tevlî rêxistina terorê DAIŞ bûne, jê 18 hatine kuştin û 30 vegeriyan e.
Amadekar:Şêwrawî Mamo
PUKmedia / Ajans
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19