"Sobarto" ji nû ve jidayik bû.

kurdistani 05:21 PM - 2014-11-22
"Sobarto" ji nû ve jidayik bû.

"Sobarto" ji nû ve jidayik bû.

Li Amedê, ji nav weşanên "Peywend" çapa nû ji Sobarto, derket. Ev romana mina ku li ber dilê min pir şêrîne, piştî ku Silêman agirê dilê xwe berda seranserê vî welatî û mal bi mal ew da ber pêlên şewatê, niha ji bin ariya ku ev pazde salin Belqîs bi serê xwe û wî de dike, Sobarto careke din tê jiyanê, dîsa jidayik dibe. Ji bo keda birêveberên Peywendê sipasiyeke ji dil pêşkêş dikim.

Vaye gotina weşanxanê, ya ji bo çapa nû:

Sobarto, ne tenê çîroka salên agirê sînemaya Amûdê, razên sert ên zarokatiyeke lidûmayî û evîneke têkçûyî ye; di heman demê de di nav îmkanên çîroksaziyeke xurt û pirhêl de çîroka miletekî bindest û çerxa feleka wî ya çep e jî… Fînala wê ya balkêş û reşbîn, sembol û motîfên biçûk ên ku hêdî hêdî dibin parçeyên yekûnekî, derî li “alegoriyeke netewî” vedikin. Sobarto, belkî ji wan romanên yekem ên kurdî ye ku di rengekî şexsî de, gav bi gav berê xwe dide wêneyekî giştî yê netewî û bê ku ji edebiyatê tawîz bide, me li ser vê têkçûnê sewqî hişyariyekê dike.

(Helîm Yusif)

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket