Daxuyaniya komeleya nivîskarên Kurd bo Prof. Qedrî Yildirim
kurdistani 03:22 PM - 2014-11-22Daxuyaniya komeleya nivîskarên Kurd bo Prof. Qedrî Yildirim
JI RAYA GIŞTÎ RE
Wekî ku ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn, di van mehên dawî de siyaseta dewletê ya li dijî Kurdan û zimanê Kurdî bêtir qedexekar û êrîşkar bûye. Gefên li ser "qedandina pêvajoya çareseriyê" li aliyekî, êrîşên li ser tuxubê Pirsûs û Kobanê û girtina siyasetmedar û aktîvîstan li alî din, hemî helwesta hukûmata niha li dijî Kurdan û destkeftiyên wan e. Hêzên dewletê tehemulî al û sembol û şehîdgehên Kurdan jî nakin.
Yek ji van operasyonên dawî li ser Zanîngeha Mardîn Artukluyê pêk hat. Bi hinceta qaşo lêpirsîna "bêrêtî û bertîlê" ku di meha Tîrmeha rabirdû de hatibû destpêkirin, di roja 18ê Mijdarê de Mêrdînê jî di nav de li heft bajarên din hatiye domandin. Di vê çarçoveyê de serokê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Qedrî Yildirim û du xebatkarên enstîtuyê jî hatine binçavkirin.
Herkes dizane ku Zanîngeha Artuklu bi beşa ziman û çanda Kurdî tê nasîn, herwiha Mamoste Qedrî weke zimanzanekî Kurd gelek xebatan kiriye, berhem afirandiye, di qada fermiyetê de bo qebulkirina Kurdî pêşî li nifşên dahatuyê vekiriye. Li gor huqûqa heyî jî, ji bo ku profesorekî zanîngehê were lêpirsîn, divê ewil destûr ji zanîngehê bihata girtin, lê ev jî pêk nehatiye. Ji alî din ve tawana ku tê îdîakirin, girtina cihgirê rektorekî pêwîst nake. Girtina mamoste Qedrî bi mebesta bêîtibarkirina wî û bêrûmetkirina beşa çand û zimanê Kurdî ye. Di vê operasyonê de tiştê herî balkêş ew e ku, xwediyên vê dafikê beriya Mamoste Qedrî bigrin, nûçeya binçavkirina wî û lêgerîna odeya wî li çapemeniyê belav kirine. Heke di zanîngehan de gendelî û bertîl hebe, divê ev yek zelal bibe. Lê di van çend salên dawî de em dibînin ku ji alî gelek kes û hêzan ve bi riya rapor û sîxuriyan, herwiha bi alîkariya beşek ji çapemeniyê Enstîtuya Zimanê Zindî pir hatiye reşkirin. Pereyên ku tê îdîakirin weke "xerc" hatiye civandin, bi riya meqbûzan derbasî qeyda fermî bûye, ji alî karmendan ve hatiye civandin û li zanîngehê hatiye xerckirin. Têkiliya Qedrî Xoce bi îhaleyan jî tune ye, wî di îhaleyan de qet cih jî negirtiye.
Em weke Komeleya Nivîskarên Kurd bi hişmendiya xwedîderketina li hemî nirxên Kurdî, operasyona dawî ya li ser beşa Çand û Zimanê Kurdî û binçavkirina Prof. Qedrî Yildirim li dijî prensîbên huqûqa heyî û nirxên etîk ên mirovayetiyê dibînin û vê bûyerê weke hewldana bêrûmetkirina beşa Kurdî û mamosteyên Kurdî dinirxînin. Ev qomplo, darbeya li ziman û çanda Kurdî ya di qada fermî de ye û em vê yekê şermezar dikin.
Bi vê mebestê em bang li rayedaran dikin: Mamoste Qedrî Yildirim demildest serbest berdin û destên xwe ji ser beşa Kurdolojiyê vekişînin!
Zimanê Kurdî û mamosteyên gelê Kurd ne bêxwedî ne.
KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24