Li Kenyayê êriş: 28 kes hatin kuştin

kurdistani 02:28 PM - 2014-11-22
Li Kenyayê êriş: 28 kes hatin kuştin

Li Kenyayê êriş: 28 kes hatin kuştin

Îro şeme danê sibehê grupeke çekdar li bakûrê Kenya êrişî otobuseke ku 60 sernişîn têde bûne kir û nîvê wan kuşt.

Li gor daxuyaniyên desthilatdarên Kenyayê di wê êrişê de 28 kes hatine kuştin . her weha ew otobus ji Mandêra a li nêzîkî sînorê Somalê ye berve Neyrubî paytexta Kenyayê ve diçû.

Wezareta navxwe ya Kenya jî di beyannamekê de ragihandiye ku, hêzên ewlekariyê li dûv tawanbaran e û ewê hûrgiliyên berferehtir piştî raportên destpêkê bide.

Heya niha jî tu aliyekî ew êriş hilnedaye ser xwe. Lê belê Tevgera Şebab a Somalê a girêdayî Qaîdê ye ji sala 2011`an vezincîreyek êriş li Kenyayê encamp dane. Eve jî piştî ketina hêzeke Kenya bo Somalê bo şerê rêxistina çekdarî hatiye.

PUKmedia/CNN

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket