Rojava qonaxa nû û Kobanê weku werçexanek... Şêwrawî Mamo

kurdistani 01:34 PM - 2014-11-22
Şêwrawî Mamo

Şêwrawî Mamo

Li ber çavê her kesî ye ku Rojavayê Kurdistanê bi şer Kobanê re berve qonaxeke nû ve çû, şer û berxwedna Kobanê ligel xwe gelek tişt guhartin, Rojavayê Kurdistanê ji bûyereke navxwe ya Sûriyê û herêmî derxist û kir bi bûyer û nasnameyeke nav netewî li ser qada hemû cîhanê tê nas kirin, ev yek bi xwe ne tiştek normal, hesan û ji xwe de hatî, hîm û bingeh, nirîn û ramanên ev bûyer li ser pêşketin hene, her wiha xwedeneke rast ji demê û qonaxan re ye ku Rojava ji bûyerek ber alî li Sûriyê di nav şerê navxwey de kir bi rêgeha sereke ya çareseriyek demorat û guncew ji qeyrana Sûriyê re.

Ev yek bi tenê ne li ser qada Sûriyê bandor xwe kir, her wiha berxwedana Kobanê li berember terora reş û kevneperestiya sed salên navîn ligel xwe bandor bi ser Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir û jî berve qonaxeke nû bir, qonaxeke ku Kurd têde cihê xwe di nav hêzên navdewêletî de bigre û ne bitenê ev, lê weku hêzeke sereke jî bêne dîtin, hêza ku dikarê li ser qadê bi rastî li berember terora reş a rêxistina terorê DAIŞ raweste, ne bitenê li berxwe bide lê têk jî bibe, ev pêşketin bi tenê ne bi Rojavayê Kurdistanê ve bi sînordar ma, lê Başûrê Kurdistanê girte nav xwe, ev yek jî girêdayî wê yekê ye ku rewşa Sûriyê û Îraqê bi hev ve girêdayî ye qeyrana terorê û desthilatdariyê herdu welat dan ber xwe..

Ev şer çendê bi ser Kurd de çi li Rojava yan Beşûrê Kurdistanê hate sepandin û di encamê de gelê Kurd rastî ziyaneke mezin hat bi teybet li Şengalê û Kobanê, lê di asta natewî de û ligel berxwedana hêzên Kurd çi li Rojavayê Kurdistanê bi şerpereştiya YPG`ê û li Herêma Kurdistanê bi hêza Pêşmerge û gerîla be yên yek ser piştî metirsiya êrişan bi ser Kerkûk û Hewlêrê de hatin berê xwedan qadên şer li bermber terora DAIŞ, gelê Kurd û Kurdistan bi giştî destkevtiyên mezin bi dest xistin, ev yekem car bû dîroka Kurdistanê de hêzên Kurdî ligel hev tevger kirin piştgirî dane hev û weku Kurdan weku netew tevger kir, Gerîla li Kerkûkê û Hewlêrê, pêşmerge li Rojavayê Kurdistanê û Kobanê şer dike, ev yek bû bersiv ji qonaxê re û yekem destkeftiya gelê Kurd bû.

Pêşketina ku rû da û ligel xwe gelê Kurd berve qonaxeke nû bir û ev qonax ji xwe nehat, eve bi dehan salane û hema heman ser bi serî sed sala 20 gelê Kurd û tevgera wê ya siyasî di nav xebat û tekoşînê de ye û planên bi ser Kurdistanê de hatine sepandin red kirin û li hemberê li berxwe dan, di encama vê xebat û tekoşîna mezin a gelê Kurd de û tevgera wê ya siyasî li her çar perçeyên Kurdistanê îro ev pêşketinên li ber çav em dibînin, gelê Kurd ji bo qonaxeke wer gelek qurbanî şehîd û ked da, lê îro berhemên vê berxwedanê werdigre û yek ji bermên wê yên sereke ewe ku Kurd piştî bêtirî ji 200 salî ji hesabên navdewletî derxistin û nedîtin, îro dîsa û bi hêzeke mezin weku neteweyeke mezin cihê xwe di nav teraziyan hêzên navdewletî de digre û her kes behsa wê yekê dike ku piştgirî û çek bidin Kurd û hêzên Kurd ên li bermber terora reş şer dikin, hejmarek ji rewşenbîr û bi teybet siyastmedarên Kurd îro vê yekê dibêjin Kurd ji dêla hemû cîhana azad û demokrasîxwaz ve şerê terorê û hêzên kevneperest dikin ev jî rastiyeke ku hemû cîhan vê dibîne bi teybet piştî ku du artêşên mezin li Rojhilata navîn li hember terorê têk çû û şiksetin, ji ber ku ew artêş kesin bin bandora taîfegiriyê û bi tenê parastina beşekê ji pêkhateyên navçeyê dikin, lê li beremberê Kurd weku netewek vekirî her kesî hembêz dike deriyê xwe ji her kesî re vekirî ye hate nas kirin û dîtin, her çi li Rojava be yan Başûr be.

Ji ber çi Kobanê werçerxaneke bû û di demeke kurt de her tişt li Kobanê komî ser hev bû, nirxên berxwedanê û mirovaniyê û netewî li Kobanê komî ser hev bûn, her çendê ku Kobanê weku bajarekî yan herêmek Kurdistanê devereke biçûke lê her tişt li wir hate ser hev û Kobanê bû pîvana berxwedan û hevgiritina netewî ya Kurd û ev yek bi tenê lê Kobanê bû pîvana cîdiyeta hevpeymana navnetewî li dijî DAIŞ, li berember êrişa tund û hiv a DAIŞ berxwedana Kobanê ya dijwar û bi rûmet hemû nirx ligel xwe komî ser hevkirin û pêşketinên ku di demek kurt de nedihatin hêvî kirin pêk bên encam dan, di li ser asata netwa Kurd be yan li ser asata navdewletî be û rola Kurd di navçeyê de û cîhanê de, ji berê vê yekê Kobanê werçerxaneke di dîroka Kurd û Kurdistanê ya nûjen de.

Em nikarin xaleke din û sereke ji bîr bikin ku ew jî berxwedana jina Kurd e ku bû sembola berxwedana Kobanê û nasnameyek raman û rastiya civaka Kurd a vekirî û lîbral, dûr ji tundrewiyê û kevneperstiya hişmendiya sed salên navîn, Jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê û bi teybet li Kobanê bi şer û berxwedana xwe ne bitenê berevanî li nirxên netewî dike lê di heman demê de şerê kevneperestiya hişmediya baviksalarî a di terora DAIŞ de ligel hişmediya olî gihîştiya asta xwe ya herî jûrîn dike, Jina Kurd a şervan weku nasnameyekê dibe ku ne ji Kobanê ve dest pê kir û bingeha hebûna wê di civaka Kurdî bi xwe de heye em di Karin vê yekê di şoreşên cuda yên Kurd de biînin çi li Rojhilatî Kurdistanê be yan Bşûrî Kurdistanê û bakûr be, lê ligel berxwedan Kobanê jina şervan a kurd weku nasnameyekê gihîşte asteke pir bilind û weku berxwedana Jin sînorên Kurdistanê û navçeyê derbas kir îro Jina şervan a Kurd li ser asta hemû cîhanê weku nirxeke azadî û demokrasiyê tê naskirin, ev jî yek ji berhemên berxwedana dîrokî ya Kobanê ye.

Di dawî de ez vê yekê dibêjim ku Kurd bi şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê û başûrê Kurdistanê û tirajediya şengalê re, li ser asta navnetewî û netewî îro qonaxeke nû jiyan dikin û Kobanê werçerxana vê qonaxê bû, ku hêja berdewam dike.

Rojnamevan: Şêwrawî Mamo

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket