Her terorîstekî biyanî vegere tê kuştinê

kurdistani 12:50 PM - 2014-11-22
Her terorîstekî biyanî vegere tê kuştinê

Her terorîstekî biyanî vegere tê kuştinê

Serkirdeyên DAIŞ şikestinên xwe ên vê dawiyê dixin stuyê terorsîtên biyanî û bi biryarekî serbazî de vegeryana her terorîstekî biyanî ya goman li her terorîstekî bê kirin ku dixwaze veger lêpirsîn li gel tê kirin û piştre jî tê kuştinê.

Çalakvanekî sivîl li nava Musilê ew zanyarî bo PUKmedia`yê piştrast kir û got. Terorîstên DAIŞ ji ber bombardumanên balafirên şer ên Emerîka li nava bajarê Musilê û Til Ehfer û Şengalê û çend navçeyekî din ziyanên gelekî mezin gihêştiye wan û tenê li nexweşxaneya navendî ya Musilê 300 birîndarên wan hene.

Wî çalakvanî got: Di heftiye borî de heft serkirede û karbidestên DAIŞ hatine kuştin û rtewşekî ne emnî li nava terorîstan de dirust bûye, ji ber vê jî bi biryarekê bo tirsandina endamên xwe , serkirde yên DAIŞ gef li terorîstên biyanî û ên ereb dixwin.

Amaje bi wê yekê jî kir ku: Di dema dawî de çend serkirdeyê DAIŞ`ê reviyane û hin ji wan jî planas revê danîbûne û ji aliyekî dine ve jî çend serkirdeyên biyanî ên DAIŞ kêşeyeên navxweyî derdixin û daxwaz kirine ku terorîstên biyanî bo sûriyê bêne vegerandinê bo vê jî çend terorîstekî Şîşanî û Emerîkî ketine jê lêkolîn û lêpirsînê de.

Libarê rewşa dawî ya bajarê Musilê jî wî çalakvanî got. Terorîstên DAIŞ li revandina xelkê berdewamin û zîndanek mezin li başûrê rojavayê Musilê çê kirine û her care bi hincetekê xelkê derveînin û piştre jî gulebaran dikin.

PUKmedia/Saman Elî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket