Azadî ji bo prof. Dr.Kadri Yildirim-Helîm Yusif

kurdistani 09:53 AM - 2014-11-21
prof. Dr.Kadri Yildirim

prof. Dr.Kadri Yildirim


Toza we nikare ji nirxê zêr kêm bike

Dewlet û desthilatdariya ku li pey girtina Prof. Dr. Kadri Yildirim e, dixwaze vê yekê bibêje: " Kesên ku ji dil xebata bi kurdî li vî welatî dikin, yan terorîst in yan jî diz in"

Di roja 02.01.2014 de, bûm mêvanê zanîngeha Artuklu li Mêrdînê. Li wêderê dema derbasbûm cihê ku mamoste Qedrî lê birêvebirina beşê (zimanê zindî yan jî kurdolojiyê) dike, bi vexwarina qehwê re hestên tevlihev yên kêfxweşî û xemgîniyê ez girtim.

Ji hêlekê ve pir kêfa min ji kar û xebata wan mamosteyên delal re hat, ku di ber kurdî de û bi kurdî xebateke giring dikin. Ji hêla din ve jî aleke mezin ya Tirkan û poster mosterên Ataturkê ku serê xwe di navbera serê Xanî û Cizîrî re derxistibû, ez xemgîn kirim. Ji ber ku hetanî kurd li ser axa xwe di zanîngeh û dezgehên fermî de karibin bi zimanê xwe bixebitin, divê alekê ne ala xwe û posterê serokekî neyarê miletê xwe, deynin ofîs û kargehên xwe. Tev wilo, dîsa jî tehemula hebûna xebatkarên kurdî yên mîna mamoste Qedrî nekirin.

Behane çi dibe bela bibe, girtina vî kedkarê ziman û wêjeya kurdî cihê şermezariyê ye û ewê nikaribin heta hetayê giha di bin kevirên zora xwe de bihêlin.

Gelek karên nîvcomayî û wisa jî şagirtên te li ber derî, li benda te ne mamoste Qedrî. Tu herdem layiqî azadiyêyî.

Nivîskar: Helîm Yusif

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket