Serkirdeyên DAIŞ`ê direvin

kurdistani 12:58 PM - 2014-11-20
Serkirdeyên DAIŞ`ê direvin

Serkirdeyên DAIŞ`ê direvin

Berpirsekî hikûmî li parêzgeha Enbarê li bare guhertinên rewşa emnî yên dawî li sînorê parêzgehê aşkira kir ku di çend rojên bihurî de hejmarek ji serkirdeyên diyar ên terorîstên DAIŞ ji bajarên Feluce û Hît reviyane.

Serokê encûmena parêzgeha Enbar Sebah Kerhot ragihandiye ku: Hejmarek ji serkirdeyên DAIŞ`ê li herdu bajar (Felucê û Hît) ji tirsa êrişên asmanî yê balafirên hevpeymanan û her weha pêşveçûna bilez a artêşa Êraqê û çekdarên eşîretan, direvin.

Diyar jî kir ku: Di çend rojên borî de li encama êrişên asmanî, ziyanên mezin gihêştiye terorîstên DAIŞ û hejmarek mezin jig und û bajarokan ji destê wan hatiye derxistinê. Eve jî weha kiriye êdî nikarin nikarin xwe biparêzin.

Libarê hebûna zîndanekî mezin ya terorîstên DAIŞ li nava bajarê Felucê jî, Sebah Kerhot gotî: Ewe raste û li gor zanyariyên istixbaratî, terorîstên DAIŞ zîndanekî mezin li bakûrê Felucê dirust kirine  û li gor dadgehên xwe ên şer`î her kes li wê zîndanê cî bi cî dikin, li nava wê zîndanê de jin jî hene.

PUKmedia/Arîn Kamiran

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket