Roja Şehîdê YNK`ê

kurdistani 11:35 AM - 2014-11-20
Roja Şehîdê YNK`ê

Roja Şehîdê YNK`ê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li roja şehîdê YNK 21/11/2014 bixêrhatina hemû kesûkarên şehîdan û alî û rêxistin û partiyên Kurdistanê dike.

Di vê derbarê de endamê mekteba ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Azad Tewfîq ji PUKmedia re ragihand: Polîtburoya YNK biryar da ku roja 21/11 hemû salekê weku roja şehîdê Yekîtî bide naskirin û bi çendîn çalakiyên cuda cuda ew yade bê kirin.

Got jî: Jib o îsal polîtburoya Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li hola telarî huner di demjimêr 3 paş nivro û merasîm taybete bi wê bone saz dike û emê kêfxweş bin ku di wê rojê de hemû kes û karên şehîdan û alî û partiyên Kurdistanbê amade bin.

Ragihand jî: yada şehîdbûna Yekîtî li hemû bajarên Herêma Kurdistanê û li çend bajarekî Êraqê jî tê saz kirin û bow ê mebestê jî hemû organên Yekîtî xwe amade kirine bo sazkirina merasîmên hêjayî bi wê yadê.

Azad Tewfîq diyar kir ku, ji bilî merasîma li telara hunerî li bajarê Silêmaniyê çendîn merasîmên dine weku vekirina pêşangeh û xwendina Şiîr û çalakiyên cur be cur di wê rojê de birêve dişin.

Amaje bi wê yekê jî kir Tewfîq got: ev roj bi roja şehîdê Yekîtî hatiye danîn çûnkî di wê rojê de û di sala 1976`an de yekemîn pola pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya kurdistanê şehîd bûne.

PUKmedia/Diyar Star

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket