Çend peyvek ji bo Alayên Hemîdî ku li dijî Bakurê Kurdistanê

kurdistani 01:27 PM - 2014-11-19
Hozan Efrînê li ber deriyê Kobanê

Hozan Efrînê li ber deriyê Kobanê

Wek min dî, nivisîm...

Kobanê bi destek û hevkariya xelkên me yên Bakurê Kurdistanê hat parastin û eger hûn bawer nakin, fermo biçin û bi çavên xwe biîbînin.

Ez ji wan Facebookciyên ku biparan ji Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî a DAIŞî re bi şev û roj li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê, bi awayekî teşhîrwarî û nepakî  dinivîsin, ez îro bi aşkire ji wan re wiha dibêjim: Yaw pir eyb û şerme ji we re hûn wiha difkirin û wiha nokertî û çaşayetiyê ji wan şovînîstan re dikin, Hûn herdem pênûsa xwe jahrewî dikin û hema li derdora xwe dirên,bi bê ewê ku hûn bizanibin ev bi ku de dirête û wê encamê wê çibe.

Di vir de çend pirsyarên min ji wan kesên bê wîjdan heye: Ma gelo eger Kurdê Bakur ne Kurd bûne, ma wê niha çi bi serê Kobanê bihateye..?

Ma gelo eger milyonêrên Kurd yên Stenbolê û Ezmîr û Enqere û Amed û Antabê nebûna, wê rewşa Kobanê çawa buya.?
Gelo eger ew banga seferbiriya ku ji serokê gelê Kurd hatiye jib o destekdana Kobanê û parastina wê bi hemû awayekî, ma niha wê rewşa Kobanê çawabuya.?

Gelo eger xelkên me yên Bakurê Kurdistanê xwedî li penaber û awre û zarok û jinên me deneketbuna wê çawaq buya.?
Gelo eger 1200 ciwanên HDP`ê derbasî nava şerê li Kobanê nebûna, wê çawabuya..?

Gelo eger serhildana li dijî rêjîma Tirkiyê jib o desteknedana DAIŞê ku di encamê de, 50 ciwan şehîdketin, wê helwesta Tirkiyê bihata guhertin.?

Geloeger çandina xwerin û vexwerin û konsrewa û cebilxane û lojistîk ji Bakurê Kurdistanê derbasî bo nav kelhaya berxwedanê nebûya, wê berxwedanî çawa berdewam bikireya.?

Gelo eger xelkê Bakurê Kurdistanê nebuya, û nehatina ber sînorê Kobanê û derbasî nav nebuna û destekên cur bu cur nedabuna, wê rewş çawa buya.?

Başe gelek caran ez li ser rûpelên Facebookan dixwîn im bi taybetî yên endamên hinek partiyên ENKS`ê an jî dost û alîgirên wan, pir bi dijwarî êrişî ser kurdên Bakurê Kurdistanê dikin û dibêjin ne Kurdin, bûne turk, xwe li kurdên Rojavayê Kurdistanê nakin xwedî, pir bi tirkî diaxivfin, em tu kurdên Bakurê Kurdistanê li bajarên Kurdî nabînin, tev bûne tirk û dûrin ji Kurdeyetî, xwedî li doze dernakevin.

Ez li vir pir metmayî û sêr dimînim ku ev gotin ji aliyê kesên ji mala xwe revî û bajar û gund û malbatên  xwe berdane û çûne nav cade û kolanên Stenbol, Entab, Urfa, Medyat û Mêrdînê û 24 demjimêran destê xwe li ber peya û xolamên Îtîlafêa Nîştimanî ya Sûrî vekirine û li hemberî wê jî, em dibînin çi dawazên Tirkiyê ku ji Îtîlafê li dijî Kurdên Bakur hene, Îtîlaf jî, bi riya Kurdên me yên ser bi hinek partiyên ENKSê û yên din li derveyî ENKS`ê cîbicî dike.

Ez bi aşkireyî dibêjim ku ew kesên mina dînasoran, wiha li dijî Kurdên me yên Bakurê Kurdistanê dicengin û nandoziyê wek alayên Hemîdî ji Tirkiyê re dikin, ev jib o wan şermeke mezine û wê bibe demxayek reş li ser rûyên wan û dîrok wê dilovaniyê li wan neke ji ber ku ew bi xwe dilovaniyê li xwe nakin.

Başe eger hûn wiha bibêjin ku Kurdên Bakur di ruhî kurdwariyê de lawzin, gelo we çikiriye, hûn li Stenbol û Entabê çi dikin û ev 4 salin hên bi pê wan erebên şovenîst ketine we çi ji doza Kurdî re biserxistiye.?

Ewê berxwedana Kobanê bi serxist û nehîşt bike ve Kurdên Bakurê Kurdistanê bûn, bila her kes baş bizane û yê bawer nake, bila biferme û were Kobanê û biçavên serê xwe bibîne.

 Êdî gelek şerme ji we re we mêrantî û kurdeyetiya xwe avêtî ber lingên DAIŞ û nûnerên DAIŞê û hûn reviyane Bakur û bajarên Tirkiyê û di bin bandore şovenîstan de, bîst û çar demjimêran hûn davêjin gelê me yê Kurdên Bakurê Kurdistanê ku di dîroka me de, mezintirîn komkujî li dijî wan pêkhatiye û heya îro jî ew nerihetî û bê aramî li ser wan heye.

 Ez ji dil de wiha ji wan kesên wîjdanfiroşan re dibêjim: Bila hûn bi çarîkekî mîna Kurdên Bakur bi xîret bûna minê çavên we maşkira û minê bigota gotinên we rastin. Lê mixabin hûn we rûvî û pisîkan ji ber erkên xweparastinê direvin û tenê xwe rizgar dikin û hûn bîr li dayîk û xwîşkên xwe jî nakin ku ji aliyê YPG-YPJ`ê ve tên parastin. Êdî pir şerme ji we re.

Hozan Efrînî-19-11-2014

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket