350 mamosteyên kurdî tên amadekirin
kurdistani 03:02 PM - 2014-11-18350 mamosteyên kurdî tên amadekirin
– Peymangeha Şehîd Viyan Amara 350 mamosteyên astên bilind ên Zimanê Kurdî amade dike. Di peymangehê de metod û amadekirina mamosteyan bi derfetên di dest de hatiye.
Şoreşa Rojava di gelek aliyan de meşiya. Yek ji aliyên pir bala mirovan dikşîne Şoreşa Zimanê Kurdî ye. Li her sê kantonên ku kurdî qedexe bû bi hezaran mamoste, her wiha dehezan xwendekar êdî bi kurdî perwerdeyê dibînin. Lingek ji şoreşa zimanê kurdî Peymangeha Şehîd Viyan Amara ku li Efrînê bi derfetên mamosteyên SZK'ê hatiye vekirin e. Peymangeha ku biryara vekirina wê di Êlûna 2013'an de hate girtin û bi awayekî fermî di 20'ê cotmehê hate vekirin. Niha 350 mamosteyan amade dike. Ji van mamosteyan hin sala yekem dixwînin û hin ketine sala 2'emîn.
Endama Rêveber a Peymangehê Rindê Mistefa diyar kir armanca xebatên wan pêşxistina mamosteyên zimanê kurdî ye. Derbarê avakirina Peymangehê Rindê destnîşan kir ku destpêkê hejmara wan 30 mamostebûn û ev agahî dan: ''Em tevlî perwerdeya Akademiya Ferzende Kemangeh bûn. Piştî perwerdeyê êdî me dest bi dana dersan kir. Bi vê yekê êdî gava yekem a vekirina peymangehê hate avêtin.''
Derbarê sîstema perwerdeyê Rindê got ku peymangeha wan 2 salan dewam dike û wiha dewam kir: ''Sîstema me ya perwerdeyê wekî ya peymangehên fermî yên hemû sîstemane, 2 salan didome. Em ji destpêka salê dersên xwe didin û heta dawiya salê dê ezmûn bêne çêkirin. Xwendekarên ku biser nekevin dê careke din tevlî xwendina wê madeyê bibe.'' Rindê da zanîn ku niha di akademiya wan de 350 xwendekar di refa yekem û 2'yemin de dixwînin û got ku 4 dersên wan ên wekî dîrok, wêje, rêziman û Pedekujî têne dayn û wiha dom kir: '' Piştî sal xwendinê biqede, mamosteyên me jî dê tevlî perwerdeyê bibin, da ku mamosteyên refa 3'yemîn ku sala bê wê pêwîstî bi wan hebe bêne amadekirin. Em bi derfetên xwe inşa dikin, em hêza xwe ji vê yekê digirin.''
'Mamosteyan li gorî Neteweya Demokratîk amde dikin''
Rindê destnîşan kir ku Armanca wan ne tenê perwerdeya zimane û got ku ew e kesayeta mamsteyan ava bikin û dixwazin kesayetên ku karibin berhemên bi nirx bidin mamosteyan ava bikin û wiha axaftina xwe domand: ''Mamosteyên me divê li gorî Neteweya Demokratîk bêne perwerdekirin û dersan bidin. Ev yek ji xebatên me jî diyar dibe, me bi derfetên xwe pirtûkên xwe amadekirine û em bi xwe hemû amadekariyên xwe dikin. Heta pirtûkan me bi çapên di biçûk çêkirine. Bingeha xebatên me hêza meye.''
Derbarê mercên qebûlkirina xwendekaran Rindê got ku kesên lîse qedandiye dikare cihê xwe di peymangehê de bigrin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Kesên lîse xwendibe û kurdî nizanin be jî dikarin cihê xwe di peymandgehê de bigrin. Dema kurdî nizanibe em wan fêr dikin û di metoda me de dersên xurtkirina xwendin û nivîsandinê heye.''
Pymangeh girêdayî Desteya Perwerdeyê ye
Derbarê têkiliya wan a Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê re Rêveberên Peymangehê destnîşan kirin ku peymangeha wan yek ser girêdayî SZK'ê ye û ji ber SZK'ê di bin sîwana Desteya Perwerdeyê de ye ew bi awayekî fermî girêdayî Desteya Perwerdeyê ne.
Lêkolînan amade dikin
Endamê Rêveber ê Peymangehê Welîd Bekir jî bal kişand ser lêkolînên mamoste û xwendekaran ên li ser herêma Efrîn, sazî û kesayetên bajar û navçeyên wê û got ku ew niha lêkolînan amade dikin û bi vê yekê armanc dikin ku pirtûkên perwerdeyê hemû pêwistiyên din jî amade bikin. Bekir da zanîn ku pirtûkxaneya Peymangehê bi derfetên heyî hatine amadekirin û pirtûkên perwerdeyê jî bi derfetên wan ên kesayetî hatine çapkirin.
PUKmedia-K. Efrînê
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23