Beyannameya YNK bi bona koça dawî ya Dr. Kemal Fuad

kurdistani 01:07 PM - 2014-11-17
Beyannameya YNK`ê bi bona koça dawî ya Dr. Kemal Fuad

Beyannameya YNK`ê bi bona koça dawî ya Dr. Kemal Fuad

Bi bona koça dawî ya Dr.Kemal Fuad mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê peyamek sersaxiyê arestey malbat

û kesûkarên dilovana xudê lê Dr.Kemal û endam û cemawerên YNK`ê kir, eve deqa peyamê:

Gelê Kurdistanê!

Endam û cemawerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê!

 Mixabin û bi kesereke mezin em  koça dawî ya tekoşerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê siyarmedar û rewşenbîr, akadmisyen û endamê desteya dameznîner a YNK`ê rêhevalê serok Mam Celal, Dr,Kemal Fuad radighînin, Dr.Kemal Fuad piştî nexwşiyeke dijwar û 60 salî ji xebat û tekoşîna siyasî û çandî di xizmeta Kurdayetiyê de dilê wî yê mezin li paytexta  Berlînê rawestiya, bi vê bona bi êş û xemgîn mekteba siyasî ya YNK`ê serxweşî û sersaxiyê arestey malbat û kesûkarên xudê jêrazî  Dr.Kemal Fuad û endam û cemawerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dike.

Hevalno!

Qonaxên tekoşîn û xebata Dr.Kemal Ebdulkerîm Mihemed Fuad çi ji bo YNK`ê be yan gelê Kurdistanê be bi rûpelên şanaz û serbilindiyê dagirtîne.

Dr.Kemal Fuad li Silêmaniyê di sala 1932 di nav malbatek Kurdperwer, rewşenbîr û dêrîn de ji dayîk bû, ji rojên ciwantiya xwe ya dest pêkê ve tevlî refên xebata nîştimanî û Kurdayetiyê bû, di sala 1948 de tevlî refên Partiya Komonîst bû, pişt re di sala 1956`an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê bû, pişt re jî baskê mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê.

Dr.Kemal di hemû westegehên xebata xwe de, nimûneyek berxwedanê û tekoşînê bû, serkirdeyetiyekî hêjayî rêbaza Demokrasiyê, Kurdayetiyê û pêşverûtiyê bû.

Ji destpêka salên Şêstî ve û di rojên dest pêkê ji xebata xwe ya karbendî û xwedekariyê ve, ligel hejmarek ji Kurdên li tawergehê komeleya xwendekarên Kurd li Ewropa damezrand.

Di sala 1975 û bi tev hejmarek ji tekoşerên desteya dameznîner, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê damezrandin.

Piştî Raperîna 1991`an de û di sala 1992`an bû serokê yekem firaksyona YNK`ê di parlemantoya Kurdistanê de.

Her wiha ev post wergirtin:

Serokê Parlemantoya Kurdistanê.

Cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê / Birêvebiriya Silêmaniyê.

Berpirsê desteya kargêr ê mekteba siyasî ya YNK`ê.

Berpirsê nivîsgeha birêvebir û daray a giştî ya YNK`ê.

Dr.Kemal Fuad gelek ked û xizmetên mezin da ziman û wêjeya Kurdî, dîrok û çanda Kurdî bi teybet di warê çandî û lêkolînên zansitî de, ew yekem kes bû ku hejmarên dest pêkê ji Rojnama “Kurdistan” dîtin û di sala 1972`an de ji nûve ew belav kirin, her wiha di warê akadîmî de li zanîngeha Silêmaniyê beşa lêkonînên Kurdî ava kir.

Piştî kongira Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û bi rê û resem bi heybet Dr.Kemal Fuad ji aliyê desteya dameznîner a YNK`ê û endamên kongirê ve, ji ber xebata wî ya demdirêj a bi deh salan dirêj kir di nav rêfên YNK`ê, hate xelat kirin.

Hevalno!

Dr.Kemal Fuad ne bitenê endamek dameznîner ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû ku ev yek bi xwe rûmetek mezine, lê berî her tiştî ew çi li Kurdistanê be yan Îraqê be tekoşerekî dilsoz a Kurdewariyê û demokrasiyê bû, navê wî di nav karwana tekoşerên sed sala bîstemîn û bîst û yekê de cih digre, dê rola wî di xebata cemawerî, siyasî, çandî û rojnamegeriyê de her dem xuya be, dê navî wî di dîroka gelê Kurd û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de her dem zindî û serwer be.

 Ji aliyê civakî, malbatî û weku kesayetiyek civakî, yek ji kesên bi nav deng bû li bajarê Silêmaniyê, bajara rewşenbîrî û qurbaniyan.

Silav li giyana pak a Dr.Kemal Fuad, tekoşerê mezin û endamê desteya dameznîner a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, siyastmedar û akadîmisyenê mezin ê gelê Kurd.

Nemirî ji Şehîdên riya rizgariya Kurdistanê

Mekteba siyasî

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

16 / 11 / 2014`e

PUKmedia/PUKpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket