Li Ispanyayê panêlek li ser rola Herêma Kurdistanê bo pêşwaziya penaberan

kurdistani 12:16 PM - 2014-11-16
Rola Herêma Kurdistanê bo pêşwaziya penaberan bi dîtina Ispanya

Rola Herêma Kurdistanê bo pêşwaziya penaberan bi dîtina Ispanya

Roja 14/11/2014 li zanîngeha nînrîxa li Medrîdê paytexta Ispanya panêlek hevbeş li ser babetên cografî ên nû yê terorîzmê, dewleta îslamî di nêrîna Ispanya de birêve çû.

Di wê panelê de kesên ekademî ên zanîngehê û nûnerê hikûmeta Herêma kurdistanê Daban Şedle û balyozê Êraqê û yê Êranê û balyozê berê yê Ispanya li Êraqê tevî hejmarekî zor ji xwendekarên zanîngehê amade bûn.

Di wê panelê de nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa rûdanên li Kurdistanê kir û çawa rêxistina DAIŞ piştî dagirkirina Musilê herêma Kurdistanê xiste armanc û her weha bal kişand ser gelê Kurdistanê ku çawa îro bi dilxwaziya azadî, demokrasî û mafên mirov ne tenê box we belku bo hemû kêmneteweyên din ên li Êraqê û navçeyê rabûne û berevaniyê li axa Kurdistanê dikin. Her weha hikûmeta Herêma kurdistanê bi hevkariya Neteweyên Yekbuyî ew hejmara zor ya penaberan hembêz kiriye.

Ji aliyekî dine ve jî behsa giringiya hevkariya serbazî û zanyarî û mirovî ya navdewletî bo herêma Kurdistanê jî kir ku bûye fakterekî giring bo rawestandina tundrewiyê û terorê. Di heman demê de jî bal kişandiye ser giringiya  çareseriya siyasî û rola Herêma Kurdistanê têde bê berçav kirinê.

Hêjayî gotinê ye ku rola gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rawestandina terorê cihê balkêşiyê bû liba kesên ekademî û nûxwazan û xwendekarên zanîngehê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket