Peyvdarê KCK`ê bo PUKmedia`yê: Çûyîna pêşmerge bo Kobanê erênî ye
kurdistani 09:08 PM - 2014-11-15Serhed Warto
Di hevpeyvîneke PUKmedia`yê de, peyvdarê KCK`ê Serhed Warto bi awayekî zelal bersivên pirsyarên payemnêrê PUKmedia`yê li Qendîlê da û evê li xwerê, berdewamiya wê hevpeyvînê ye ku li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û rola PKK û û peywendiyên wê di navçeyê de bişopînin.
PUKmedia dipirse: Gel peywendiyên we digel welatên Rojavayê de çawanin.?
Serhed Warto: Di demên berê de, hebûn lê bi aw3ayekî nihênî û veşartî bûn, lê di van çeç mehên dawiyê de û piştî tekoşîna me li Başûrê Kurdistanê (Kerkûk-Mexmûr, Şengal) û li Rojavayê Kurdistanê, hîşt peywendiyên me ber bi pêş ve biçin û bihêztir bibin.
PUKmedia: Tê gotin ku PKK digel YNK û Êran û Sûriyê li ser yek cemserin an yek mezhebî siyasîn e, gelo ev çiqas rast e.?
Serhed Warto: Ev şirove û nêrîn ne rastin û PKK li Kurdistanê dijî û ligel aştî û azadiya gelê Kurd e, PKK têkder û ajaweger nîne û nebûye beşek li wê şêwazê ku li Rojhilatê Navîn de heye û li dijî terorê jî dicing e.
Gelo hûn çûyna pêmerge bo Kobanê çawa dibînin.?
Warto: Pêwîste em nav mala Kurdî yekbixin û ne Bakur an jî Başûr an jî Rojhilat bibêjin em rewşa xwe têknadim û dibe em jib o parastina hemû parçeyên Kurdistanê amade bin û yekrêz bin, ji ber ku neyarên me herdem stemê li gelê kurd dike û ew çûyîna pêşmerge bo Kobanê karekî gelek baş û erênî bû.
PUKmedia: Gelo rêkdayîn Tirkiye ji çûndina pêşmerge bo Kobanê, wê yekê nîşan nade ku Tirkiyê niyaza xwe ya pak ji çareserkirina pirsa Kurdî re.?
Warto: Nexêr, Tirkiye ew texmîn nekir ku YPG`ê rê bide pêşmerge û xwest aloziyê çêbike, lê dema ku YPG`ê rêk da çûyîna pêşmerge, ew pîlana Tirkiyê ku amade kiribû, ji binî ve têkçû, serkeftî nebû.
PUKmedia: Şandina petrol Başûrê Kurdistanê bo Tirkiyê, nîemete yan jî zehmet û pirsgirêkan di aliyê siyasî û civakî de, ji me re derdixe..?
Warto: Eger hikûmeta Başûrê Kurdistanê şandina petrolê bi zelalî û pakî û di xizmeta gel de be û bi erzanî nefroşe, ewa tiştekî başe û pir girînge jib o nasandina azarên Kurd bi cîhanê û bikaranîna petrolê wek kaxezeke fişarê jib o Bakur û Başûrê Kurdistanê erêniye û bi giştî ew pêngav di xizmeta gelê Kurd de ye. Her weha dibe ku em zanibin ku Tirkiye sûdmendê wê karî ye û ji aliyê aboriyê ve, xizmeteke ji Tirkiye bi xwe re jî.
PUKmedia: Ji aliyê kirdarî, Tirkiye çiqas jib o proseya aştiyê û azadiyê bi gelê Kurd re cedi ye, hûn çawa dinirxînin.?
Warto: AKP tenê diaxife û her diaxife û ti pirsgirêkan jî çareser nake, di barê aboriyê de, kêşe heye û çareser nake û milet jî gihîşte wê baweriyê ku Tirkiyê tenê bi gotinan kar dike û di warê kirdarî de ti karî nake û ji ber wê yekê jî, jib o pirsa Kobanê êdî gelê me rabû ser piyan û fişar xistin ser AKP`ê.
PUKmedia: Gelo wê sîstema Rojavayê Kurdistanê bi çi awayekî be di dema aştî û aramî bête dê.?
Warto: Kobanê xeta aborî û siyasî ye, Rojhilata Navîn bi hêviya Kobanê ye, dibe her kes li wir bi azadî bijî, Elewî, Kurd, Ereb û wê bi sîstemekî rêkûpêkî li ser bingeha siyaseta azad û zelal û ji aliyê gelê me ve bête birêvebirin, lê weku hûn jî mdizanin ku niha şer e.
-Weregêr: Hozan Efrînî
PUKmedia-Dana Cefer-Qandîl
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25