Ebdulmihdî..Rêkeftina Bexdad û Hewlêrê dê berhema petrolê du qat bêtir bike

kurdistani 05:47 PM - 2014-11-15
Rêkeftina Bexdad û Hewlêrê dê berhema petrolê du qat bêtir bike

Rêkeftina Bexdad û Hewlêrê dê berhema petrolê du qat bêtir bike

Wezîrê petrolê ya Êraqê Adil Ebdulmihdî îro şemiyê da xuya kirin ku rêkeftina ligel Herêma Kurdistanê dê ligel xwe rêjeya berhemkirina petrolê li Êraqê du qat bîtir bike.

Ebdulnihdî li Bexdadê di kongireyek rojnamevanî de got; Em di wê baweriyê de ne ku piştî rêkeftina ligel Herêma Kurdistanê dê rêjeya berhemkirina petrolê li Êraqê du qat zêde bibe û dê ev yek li gel xwe ew ziyaniyên di demên bihurî de rûdane qerepo bike, bi teybet piştî ku petrola Kerkûkê dîsa bête berhemkirin û hinardeyên petrola Herêma Kurdistanê û dahatiyên wê bikevine ser daraya hikûme federal.

Ebdulmihdî da xuya kirin ku ew çav li rêne di demeke nêz de serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdadê û li ser hîma rêkeftina di navbera herdu aliyan de hatî lidarxistin gotebêj bêne kirin û kêşe bêne çareserkirin.

PUKmedia / Bexdad

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket