Li Efrînê 350 mamosteyên Kurdî tên amade kirin

kurdistani 03:55 PM - 2014-11-14
Li Efrînê 350 mamosteyên Kurdî tên amade kirin

Li Efrînê 350 mamosteyên Kurdî tên amade kirin

Li kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê xebatên zimanê Kurdî di astek bilind de birêve diçe û div î warî de Peymangeha Şehîd Viyan Amara 350 mamosteyên astên bilind ên Zimanê Kurdî amade dike.

Peymangeha Şehîd Viyan ku biryara vekirina wê di Êlûna 2013'an de hate girtin û bi awayekî fermî di 20'ê cotîmehê hate vekirin. Niha 350 mamosteyan amade dike. Ji van mamosteyan hin sala yekem dixwînin û hin ketine sala 2'emîn.

Di vê derbarê de Endama Rêveber a Peymangehê Rindê Mistefa ji ajansa ANHA`yê re ragihandiye ku, armanca xebatên wan pêşxistina mamosteyên zimanê kurdî ye. Derbarê avakirina Peymangehê Rindê destnîşan kir ku destpêkê hejmara wan 30 mamostebûn û ev agahî dan: ''Em tevlî perwerdeya Akademiya Ferzende Kemangeh bûn. Piştî perwerdeyê êdî me dest bi dana dersan kir. Bi vê yekê êdî gava yekem a vekirina peymangehê hate avêtin.''

Her weha di derbarê sîstema perwerdeyê Rindê got: ''Sîstema me ya perwerdeyê wekî ya peymangehên fermî yên hemû sîstemane, 2 salan didome. Em ji destpêka salê dersên xwe didin û heta dawiya salê dê ezmûn bêne çêkirin. Xwendekarên ku biser nekevin dê careke din tevlî xwendina wê madeyê bibe.'' Rindê da zanîn ku niha di akademiya wan de 350 xwendekar di refa yekem û 2'yemin de dixwînin û got ku 4 dersên wan ên wekî dîrok, wêje, rêziman û Pedekujî têne dayn û wiha dom kir: '' Piştî sal xwendinê biqede, mamosteyên me jî dê tevlî perwerdeyê bibin, da ku mamosteyên refa 3'yemîn ku sala bê wê pêwîstî bi wan hebe bêne amadekirin. Em bi derfetên xwe inşa dikin, em hêza xwe ji vê yekê digirin.''

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket