Rêjîma Sûrî: Bi hatine hêzên biyanî serweriya me bin pê bûye

kurdistani 07:51 PM - 2014-10-30
Rêjîma Sûrî: Bi hatine hêzên biyanî serweriya me bin pê bûye

Rêjîma Sûrî: Bi hatine hêzên biyanî serweriya me bin pê bûye

Wezerata karê derve ya Sûriyê mbi beyannameyekê da xuya kirin ku ketine hêzên biyanî xaka Sûriyê serweriya Sûriyê bin kirine.

Rêjîma Şamê  ragihand ku Tirkiyê bi rêdana hêzeke biyanî bikeve xaka Sûriyê bi ser Tirkiyê re berve Kobanê, serweriya Sûriyê bin pêkiriye.

Wezareta karê derve bi beyannameyekê ku ji aliyê ajnsa fermî ya Sûriyê SANA ve hate belav kirin, da xuya kirin ku Tirkiyê careke din rastiya rola xwe ya qirêj li bermeberî Sûriyê û destwedana karûbarên Sûriyê de eşker kir û rê da hêzeke biyanî û terrorist bi ser Tirkiyê ve bikevine devera Kobanê (Ayîn El-Ereb) û bi vê yekê serweriya Sûriyê hate bin pê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi mebesta piştgirî û piştevanî  li Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê bikin berve Rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanê ve birêketin û îro hejmarek ji hêzên pêşmerge derbasî Kobanê bûn.

PUKmedia / Ajans 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket