Hevrêzê hevpeymana navdewletî: Kobanê nakeve
kurdistani 05:29 PM - 2014-10-30Hevrêzê hevpeymana navdewletî: Kobanê nakeve
Hevrêzê hevpeymaniya navdewletî li dijî rêxistina terorê DAIŞ da xuya kirin; Ew di wê baweriyê de ye ku hêzên Pêşmerge dê rêgirbin li ber ketine Kobanê.
Hevrêzê hevpeymana navdewletî Generalê Emerîkî John Alan roja çarşemê 29 / 10 / 2014`e ragihand; Hêzên pêşmerge yên ji Êraqê berê xwe dan Kobanê dê li ber ketina Kobanê rêgir bin. Alan di hevpeyvînekê de li gel kenala El-Erebiye got; Em ne di wê baweriyê de ne ku di demeke nêz de, Kobanê dê bikevine destê DAIŞ de.
Alan pê de çû û got; Hêzên pêşmerge dê rêgir bin û nehêlin Kobanê bikeve.
Ji aliyek din ve yek ji berpirsên herêmî li ser sînorê Tirkiyê ku nexwet navê eşkere bike da xuya kirin ku duh êvarê nêzî 150 endamên artêşa azad a Sûriyê deriyê sînorê Murştpinar derbas kirin û bi tev çekên xwe berê xwe dan Kobanê, Rawanga mafê mirovan a Sûrî jî ragihand ku bi tenê 50 çekdarên artêşa azad derbas Kobanê bûne.
Her wiha fermandariya hêzên navîn ên Emerîka ragihand ku firokeyên şer rojên sêşemê û çarşemê 8 êriş bi ser baraghên DAIŞ de li Kobanê pêk anîn û di encamê de 5 baragehên rêxistina terorê rûxandin.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi tev çekên xwe xaka Bakûrê Kurdistanê-Tirkiyê derbas kirin û berê xwe dan Kobanê û niha li ser sînorin, her wiha hate ragihandin ku 10 ji rayedarên hêzên pêşmerge bi mebesta hevrêziyê ligel hêzên YPG`ê pêk bînin berê xwe îro dan Kobanê, çav li rê ye hêzên pêşmerge yên bi çekên giran hatine rewşa şer li ser qadê bighurine.
PUKmedia / Ajans
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25