Artêşa Êraqê heyfê hiltîne

kurdistani 02:15 PM - 2014-10-30
Artêşa Êraqê heyfê hiltîne

Artêşa Êraqê heyfê hiltîne

Serokwezîrê Êraqê piştî rûdanên duh 29/10/2014 a li navçeya Hîtê rûda ku 45 gêncên Sûnî ên ku çek li dijî DAIŞ hilgirtibûn ji aliyê terorîstên DAIŞ ve hastibûn kuştinê biryara tolhildanê stand.

Jêderekê serbazî ji ew hêza ku berve naçeyê birêketiye ji PUKmedia`yê re ragihand: Bi fermaanekî bilezyê serokwezîrê Êraqê Heyder Ebadî ve hêzekî taybet li gel 6 firojkên şer jib o tolhildana şehîdên eşîreta Nimir a li navçeya hît a ser bi parêzgeha Enbarê her weha jib o azadkirina 500 malbat û kesûkarên wan şehîdan ketine rê.

Got jî: Ev operasyon di 24 demjimêran de tê cîbicî kirinê û wê navçeyê bi temamî ji terorîstan pak dikin.

Libarê fermana serokwezîr jî jêderê aşkira kir ku Ebadî ragihandiye ku dive di zûtirîn dem de wê navçeyê ji terorîstan rizgar bikin û ew malbat bêne rizgar kirinê û termê şehîdan jî ji destê terorîstan bê derxistinê.

Jêderê PUKmedia `yê da zanîn ku li gor zanyariyên gihêştine destê wan kuştina wan gêncan bi fermana rasterast ya Ebu Bekir Bexdadî bûye.

PUKmedia/Saman Elî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket