Fermandara YPJ li Kobanê: Ji bo azadiya hemî jinan şer dikim

kurdistani 10:59 AM - 2014-10-30
Fermandara YPJ li Kobanê: Ji bo azadiya hemî jinan şer dikim

Fermandara YPJ li Kobanê: Ji bo azadiya hemî jinan şer dikim

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Meryem Kobanê ku li nava berxwedana Kobanê li dijî terorîstên DAIŞ şer dikin ragihand ku ew ne tenê jibo azadiya xwe belku jibo azadiya hemi jinên cîhanê şer dike.

Fermandara YPJ Meryem Kobanê hevpeyvêneke taybet da rojnamevan Robîn Reşvan yê Dengê Amerêkayê û di hevpeyvînê de Kobanê bang li jinên cîhanê kir ku bi berdewam piştgirîya şervanên YPJ ên li dijî terorê û koletiyê şer dikin bikin.

Meryem Kobanê got: "Ez ne tenê li ser Kobanê şer dikim, lê jibo jinên Kurd, Afganî, Ewrupî û tevahîya jinên cîhanê şer dikim. "

Di berdewamiya axaftina xwe de Meryem Kobanê got: "Dema tilîya xwe datînim ser tetîka sîlaha xwe, ne tenê jibo azadîya xwe lê jibo azadîya hemî jinan şer dikim."

Ji bo guhdarkirinê herin malpera VOA, herin vê malperê : http://www.dengeamerika.com/content/ypj/2500916.html


PUKmedia/VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket