Birîtanya dixwaze Apatçî bişîne Êraqê

kurdistani 08:51 PM - 2014-10-29
Birîtanya dixwaze Apatçî bişîne Êraqê

Birîtanya dixwaze Apatçî bişîne Êraqê

Birîtanya bîra wê yekê dike ku helîkopterên şer cura Apatçî jibo berengarbûna rêxistina terorîstî DAIŞ bişîne Êraqê.

Rojnameya Times a Birîtanî îro 29/10/2014 belav kiriye ku balafirên şer ên hevpeymanan û Birîtanya û Emerîka ji bilnidahiya 20 ta 30 hezar pê êrişan li dijî DAIŞ encamp didin, lê terorîstên DAIŞ hertim di liv û tevgerê de ye li hemberî êrişên asmanî tenê hin basregeh û navendên sabit nebê, ji ber wê yekê jî ew balafirên şer nikarin bi berdewamî haya xwe ji liva çekdarên DAIŞ hebe.

Her weha rojnameyê amaje bi wê kiriye ku hikûmeta Birîtanya bîra wê yekê dike ku helîkopterên cura Apatçî bo lêdana DAIŞ bişîne Êraqê.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket