Almanya hevkariya welatên ku penaberên Sûrî hewandine dike

kurdistani 06:13 PM - 2014-10-29
Almanya hevkariya welatên ku penaberên Sûrî hewandine dike

Almanya hevkariya welatên ku penaberên Sûrî hewandine dike

Welatê Almanya ½ milyar Yuro bo hevkarî û alîkariîkirina penaberên Sûrî terxan dike, komîserê bilind yê neteweyên Yekbuyî jî radighîne ku pêwîste zêdetir alîkariya ew welatên ku penaberên Sûrî vehewandine bê kirin.

Di nava kongireyekî taybet ya jib o penaberên Sûrî ku roja sêşwmê 28/10/2014 birêve çû de û di kongireya rojnamevanî de wezîrê derve yê Almanya Frank Şitaynmer ragihand ku Almanya bi ½ milyar yuro weku alîkariyên mirovî di 3 salên pêşde bo penaberên sûrî terxan dike.

Wezîrê derve yê Almanya bal kişand ser welatên cîranên Sûriyê ku penaberên Sûrî hewandine û dupat kir ku cîhan penaberan bi tenê nahêle.

Ji aliyê xwe komîserê kjomisyona bilind a penaberan li NY cext li hevkarîkirina madî zêdetir bo ew welatên ku penaber vehewandine kir.

Li gor raporeteke pêştir a NY şeş milyon û nîv penaberên sûrî ji ber şerê navxwe pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, ji wan 3 milyon û 200 hezar penaber li ser Libnanê û Urdinê û Tirkiyê û Êraqê dabeş bûne.

PUKmediaa/Sehab Osman- Almanya

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket