DAIŞ, 45 welatî kuştine

kurdistani 05:32 PM - 2014-10-29
DAIŞ, 45 welatî kuştine

DAIŞ, 45 welatî kuştine

Terorîstên DAIŞ li navçeya Hît a ser bi Rumadî 45 welatî ji eşîreta Ebu Nimir daye ber guleyan û piştre jî laşê hemû kuştiyan  di nava çalekê de li navçeyê veşartin.

Jêderekê ewlekariyê li parêzgeha Enbarê ji PUKmedia`yê re ragihand: Li 24 demjimêrên borî de û êvara borî 28/10/2014 terorîstan nêzîkî 45 welatî li navçeya Hîtê a ser bi parêzgeha Romadî kuştine û piştre jî termên wan di çalake mezin de kom kirine û veşartine.

Her li gor daxuyaniyeke hêzên artêşa êraqê û hêzên ewlekariyê yên dine li navçeya Cerf Sexir jî laşê 41 terorîstên DAIŞ ketiye destê hêzên artêşa Êraqê û her weha hêzên çekdarên xwebexş û eşîretan di 48 demjimêrên dawî de zêdetir li 350 bombên çandî pûç kirine.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket