Balafirên hevpeymanê baragehên DAIŞ li Kobanê bombarduman kirin

kurdistani 08:10 PM - 2014-10-28
Balafirên hevpeymanê baragehên DAIŞ li Kobanê bombarduman kirin

Balafirên hevpeymanê baragehên DAIŞ li Kobanê bombarduman kirin

Fermandariya navendên ya Emerîka ragihand ku balafirên şer ên Emerîka li Kobanê 4 êriş bi çekdarên rêxistina terorê DAIŞ de birin, her wiha destnîşan kir ku welatên hevpeymanê li Êraqê jî 9 êriş bi ser DAIŞ de encamp dan.

Fermandariya navendî ya Emerîka bi beyannameyekê ku PUKmedia kopyek jê wergirt da xuya kirin ku balafirên şer ên Emerîka li Kobanê 4 êriş bi ser baragehên rêxistina terorê DAIŞ de encam dan û yekîneyeke biçûk ê rêxistin aterorê DAIŞ jinav bir û her çar barege rûxandin.

Beyannameyê her wiha ragihandin; Balafirên Emerîka bi tev balafirên welatên di hevpeymana navdewletî de cih digirin, li nêzî bendave Mûsilê 4 êriş bi çeteyên rêxistina terorê DAIŞ de pêk anîn tîmek DAIŞ, otobêlek û baragehek  çeteyên DAIŞ rûxandin. Wekî din diyar kir ku balafiran li nêzî Feloce jî tîmeke DAIŞ û tangek rûxand û li nêzî Şngalê û qeza Hedîsê jî êriş bi ser çekdarên rêxistina terorê DAIŞ de encamp dan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket