Yekem kongira şûnwaran li Herêma Kurdistanê

kurdistani 04:58 PM - 2014-10-28
Yekem kongira şûnwaran li Herêma Kurdistanê

Yekem kongira şûnwaran li Herêma Kurdistanê

Li bajarê Hewlêrê û din bin diruşma (Şûnwarên me nesnameya me ya netewî divê her kes biparêze) li hotêla Şîreton, bi serpereştiya wezîra Şaredariyan û Geştûgozariyê ya Herêma Kurdistanê Newroz Mewlud îro 28  / 10 / 2014`e yekem kongira şûnwaran li Herêma Kurdistanê lidarket.

Kongire ji aliyê birêvebiriya giştî ya şûnwaran a Herêma Kurdistanê û wezîrê çandiyê û avdanê, parêzgarê Hewlêrê, serokê desteya Jîngehê bi tevhejmarek ji mamosteyên zanîngehê çi ji derveyî Herêma Kurdistanê û ji Herêmê bixwe hate birêxstin kirin.

Kongire bi armanca nasandin û parastina çûnwarên Kurdistanê tê lidarxistin.

Kongire ji aliyê Ebû Bekir Zênedîn bi gotarekê hate vekirin, Zênedîn di gotara bal kişand ser bi wê yekê ku armanc ji kongirê ewe ji bo parastina şûnwarên li Herêma Kurdistanê, stratejiyek giştî bê diyar kirin û bi vê yekê beşdar û pispor kêm û kurtiyên li ber parastina çûnwaran dibine asateng  gotebêj bikin û binirxînin û çareseriyan pêşkêş bikin.

Û wiha pê de çû; Birêvebiriya çûnawan a Herêma Kurdistanê hêja li gorî yesayên berê yên Êraqê tevger  dike, ji ber vê yekê em bang li parlemantoya Kurdistanê dikin li gorî rewşa Kurdistanê yesa û zagonan derxîne.

Ji aliyê xwe ve wezîra Şaredariyan û Geştgozariyê Newroz Mewlud di axaftina xwe de ya di kongirê de bal kişand ser bi rola çûnwaran di nasnameya gelan de û da xuya kirin ku şûnwar nasnameya gelan diyar dikin, ji ber vê çendê divê girîngiyeke mezin bi parastina şûnwarên Herêma Kurdistanê bête nîşandan, bê ku destwerdan li nasnameya şûnwaran a dîrokî bête kirin, ew jinûve bêne avakirin.

Konjgire dê sê rojan dewam bike û wê encamên çi ji lêkolîna be yan pêşniyaran be, bi mebesta rewşa şûnwaran li Herêma Kurdistanê bêne baştir kirin, ji aliyên eleqeder ve bêne rêkirin.

PUKmedia / Fuad Osman / Hewlêr 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket