Erdogan El- Baxdadî û Xelîfetî ... Samî TAN

kurdistani 12:08 PM - 2014-10-27
Samî Tan

Samî Tan

Şerê ku ji hêla şervanên kurd ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê ve tê meşandin, bi tenê bingeha hevgirtin û yekrêziya kurdan pêk nayne, pê re doza kurdan li seranserî cîhanê wekî dozeke rewa belav dike û li hemberî vê yekê jî rûyê neyarên gelê kurd jî derdixe holê. Tiştekî balkêş e, her ku çeteyên DAIŞ’ê derban dixwin, Erdogan hêrs dibe û çêrî şervan û têkoşerên gelê kurd dike. Ev helwesta Erdogan bi tena serê xwe têrê dike ku hevgirî û hevalbendiya di navbera AKP û çeteyên DAIŞ’ê de fehm bike.

 ***

Her wekî tê zanîn rayedarên AKP’ê demeke dirêj nekarîn ji çeteyên DAIŞ’ê re bibêjin terorîst. Davutoglu digot, “Ew ne terorîst in, hinek kesên hêrsbûyî ne, polîtîkayên Malîkî yên li dijî erebên sunî ew hêrs kirine, lewma hêzeke wiha derketiye holê.” Piştre bi zora Amerîkayê, wan DAIŞ wekî terorîst bi nav kir. Îcar jî wan got: “Ji bo me tu ferqa DAIŞ û PYD’ê nîne.” Herî dawî Erdogan li Lîtvanyayê got: “Li Kobanê du komên terorîst şer dikin.” Her çiqas ew wisa bibêjin jî kirinên wan tiştekî din nîşan didin. Ji destpêkê heta niha AKP’ê bi kirinên xwe piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê kiriye. Êdî li ser rûyê dinyayê her kes pê dizane ku hikûmeta AKP’ê ji aliyê lojîstîkê ve piştevaniya DAIŞ’ê û çeteyên din ên selefî kiriye û hê jî dike. Çapemeniya cîhanê bi nûçe û nirxandinên der barê vê yekê mişt tijî ye. Ji ber vê yekê kes zêde guh nade gotin û nirxandinên Erdogan. Îro bala cîhanê hemûşkî li ser berxwedana Kobanê ye.

***

Hemû mirovên azadîxwaz û mirovperwer bi kirin û gotinên xwe piştevaniya vê berxwedanê dikin. Ev yek jî li hesabê AKP’ê û Erdogan nayê. Erdogan dibêje ku li seranserî Sûriyeyê her roj mirov tên kuştin, dinya çima bala xwe nade van kuştinan, bi tenê bala xwe dide Kobanê. Lê ew naxwaze rastiyê fehm bike; kurdan jî heke wekî ew dixwazin bûbûna dûvika dûv hebanê, wan ne li ser hesabê xwe lê li ser hesabê hinekan şer bikira, dê bajarên kurdan jî bihatana wêrankirin û kurd jî dê bi hezaran koçber bûbûna û kesî zêde jî guh nedida wan. Lê belê kurdan xwe neavêt nav agirê şer û bi awayekî rêkxistî parastina xaka xwe kir. Îro jî ew li ser xaka xwe pergaleke demokratîk û wekhev ava dikin. Her wiha ew li ser hesabê kesî şer nakin, welatê kesî dagir nakin, bi tenê parastina xak û welatê xwe dikin. Ev helwesta wan û pergala ku bi pêşengiya kurdên azadîxwaz, bi beşdariya gelên li herêmê dijîn tê avakirin, bala her kesî dikişîne. Li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê ku li bajarekî mîna Mûsilê di nava rojekê de dagir kir, ev çil roj in nikare Kobanê dagir bike. Digel hemû çekên giran û derfetên heyî jî nikare Kobanê bi dest bixe. Ev yek hêvî û moralê dide hemû mirovên azadîxwaz. Ji ber ku DAIŞ ne hêzeke muxalîf e, ew hêza wehşetê ye. Hizr û ramanên xwe mafê jiyanê nade tu kesî, ne tenê kesên ne misilman, misilmanên ku dakevin bin desthilatiya wan jî wekî dijmin tên pênasekirin û bi awayekî hovane tên kuştin.

***

Tiştê ku Erdogan naxwaze bibîne ev rastî ye. Ji ber ku ji aliyê îdeolojîk ve ew DAIŞ’ê nêzî xwe dibîne û li aliyê din dijminatiya kurdan çavên wî kor kirine, êrîşa li ser DAIŞ’ê wekî êrîşeke li ser xwe dibîne, helwesteke li gorî xwe digire. Heke em bala xwe bidinê, em ê bibînin ku ji aliyê kirin û gotinan ve ne PYD û DAIŞ lê belê Bexdadî û Erdogan êdî nêzîkî hev in. Ji ber ku her du jî doza xelîfetiyê dikin, ango her wekî pêşiyên me gotine, “Du malxwê di malekê de nabin.” nakokî di navbera wan de heye, nexwe bîr û baweriya wan ne zêde dûrî hev e.

PUKmedia/Azadiya welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket