Li Misrê piştevaniya Kobanê

kurdistani 11:29 AM - 2014-10-27
Li Misrê piştevaniya Kobanê

Li Misrê piştevaniya Kobanê

Xwendekarên Kurd li welatê Misre jib o piştevanî û palpiştiya şervanên Kobanê û şermezarkirina helwesta welatê Tirkiyê li beramber piştevanîkirina rêxistina terorîstî ya DAIŞ xwepêşandanek encamp dan.

Xwendekarê master libiwarê ragihandin Mistefa xan li welatê Misrê yek bû ji xwepêşanderan û bi daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re ragihand: Em weku xwendekarên Kurd li Misrê xwepêşandaneke nerazîbûnê li pêşiya balyozxaneya Tirkiyê li Qahîrê rêxist.

Got jî: Di xwepêşandanê de gotara xwendekaran bi zimanê erebî û ingilîzî hate xwendin û têde piştevaniya xwe bi tevahiya gelê Kurd û şervanên Kobanê dupat kirin. Her weha helwesta Tirkiyê bo piştevanîkirina DAIŞ hate şermezar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku beşekî zor welatiyên Misrê jî hevsozî û piştevabniya xwe bo Kobanê nbişan dan û beşdarî li xwepêşandanê kirin.

PUKmedia/Arî Mistefa

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket