Berxwedana li Kobanê di nêrîna şervanên YPG-YPJ`ê de

kurdistani 07:59 PM - 2014-10-26
Berxwedana li Kobanê di nêrîna şervanên YPG-YPJ`ê de

Berxwedana li Kobanê di nêrîna şervanên YPG-YPJ`ê de

Ev bêhtir ji 41 rojî ye ku şer û pevçûnên pir dijwar di navbera hêzên Kurdî yên ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên terorîst yên ser bi Rêxistina bi nav Dewleta Îslamî LI Êraq û Şamê de berdewame û hîn jî asta bihêzbûnê nehatiye kêmkirin û şervanên YPG-YPJ herdem xwedî morale pir bilind in.

Di serdaneke PUKmedia`yê bo nav dilê Kobanê û hevpeyvîn kirin bi çervanên YPG`ê û YPJê re yên di eniyên şer û parastin û berevaniya rewa de cîh digirin de. Şervanên YPG-YPJ`ê bi vê rengî nêrînên xwe anîn ser ziman:

Şervanê YPG`yî yê bi navê Sîpan 18 salî ji gundên ser bi kantona Kobanî ye û ev 4 mehin beşdarî rêzên YPG`ê bûye, di derbarê şer û pevçûnên li Kobanê wiha got: Ev bêhtir ji salekê ye ku Kobanê ketiye jêr dorpêçkirina aborî û mirovî ji aliyê çekdarên DAIŞê û Eniya Nusre û Ahrarê Şamê ve û hem av û erd û çandin û anîna kelûpelên xwerin û jiyanê li ser xelkên Kobanê biyene û fişarên xwe li ser xelkên deverê zêde kirine û êdî hêdî hêdî xwe jib o dagîrkirinê amadekiein û heya beriya mehek û 5 rojan û piştî ku çek û teqemenî ji Mûsil û bajarên din yên Êraqê bi dest xistin, dest bi pîlana xwe ya dagîrkirina Kobanê kirin û va 35 rojin êrişên xwe yên hovane li dijî xelkê Kobanê bi awayekî pir hov û dûr li mentiqê şer û mirovan berdewam dikin.

Sîpan Kobanê aşkire dike ku ew ne jib o mirinê şer dikin, lê ew jib o avakirina jiyanê ji mirina bê wate şer dikin û rastiya şerê wan li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê ew e ku mafên gelê Kurd li ber metirsiyeke mezin de ye û ti rê nîne ji bilî berxw3edan û berevaniyeke dîrokî û niha jî ew bi cîhtînin.

Ferman Dogan yekek ji endamên rêxistina Federesyona Xwendekarên Kurd ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew wek endamên federesyona Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî akîtîv û pir çalak tevlî rêzên Hêzên Yekîêneyên Parastina Gel(YPG) bûne û gelek şehîd dane û niha jî ew bi gelemperî di nava refên YPG-YPJ de ne û berevaniya rewa li axa Kobanê dikin û ew amade ne ku bi hemû tiwane û hêzên xwe liberxwe bidin û Kobanê biparêzin.

Dogan dibêje şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi Federesyona Xwendekarên Kurd dest pêkir û roj bi rpj berferehtir bû, her weha ji navçeya Kobanê û Efrîn û heya Dêrikê jî hat belavkirin û bûye cihê razîbûna tevahiya xelkê Kurd û niha jî berhema wê di ware kirdarî de, em di berxwedana Kobanê de dibînin.

Her weha şervana YPJ`ê hevala Şîlan di bare beşdarbûna jina Kurd di nav refên Yekîneyên Parastina Jinê de, û rola wê di be4rxwedana Kobanê de, ji PUKmedia`yê re got: Ez jî keça mala bav û diya xwe bûm, mal û emlakên me jî hebû, hest û henasên min yê mirovî û zîndbûna jiyanî jî hebûn, lê dema min dît mala mezin û malbata mezin di rewşeke metirsîdariyê de ye, min biryara tevlêbûna ji refên YPJ`ê re da û ez tevlê bûm.

Şervana YPJ aşkire kir kuew ji bilî azadiya gelê xwe û serfiraziya jina Kurd ti tiştekî din naxwaze û ewê di berxwedana Kobanê de, xwewdî roleke mezintir be û ti carî dest ji çekên rûmetê bernade heta ku Kobanê bi temamî ji çeteyên terorîstan paqij nebe.

Her weha şervaneke din ya YPJ`ê Birêtan jî nêrîna xwe bi azadî ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew temen 19 salî ye û ji Bakurê Kurdistanê ye û jib o alîkariya Kobanê berê xwe daye bajarê Kobanê û li ser bangewaziya rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê rêzdar Ocalan tevlî refên hêzên Yekîneyên Parastina Jinê bûye û niha jî li hemberî peyasalartiya paşkeftî ya Rêxistina DAIŞê dicenge û ew bawere ku wê serkeftineke yakcarî li dijî ewan tomar bikin.

Lê endamekî asayîşa Kobanê di barê yekrêziya gelê Kurd de, nêrînên xwe wiha ji PUKmedia`yê re anî ser ziman û got: Ez bi hêvî me ku tevahiya xelkê Kurd li Kurdistan û li cîhanê yekrêziya xwe biparêzin û bila bala xwe bidin ser berxwedana Kobanê û bibin destekkar.

Azad Kobanê dibêje ku eger em nebin bi yek û em ji hev du heznekin û alîkariya hev du di mîhnet û aloziyan de nekin, gelo wê çi demê wê biratî û kurdeyetî di nav me de serê xwe rake..? Ji ber wê yek ez xwezyarim ku hemû aliyên siyasî yên Kurdî yek bigrin û rewşenbîr jî bi pênûsên xwe destek bidin bi berxwedana Kobanê û em jî di nava agirê şoreşa Kobanê de, amade ne bi xwîna xwe berevaniyê li rûmet û şerefa Kurdeyetiyê bikin û em xwe fedayê vê axê dibînin û serkeftin ji Kobanê û doza rewa yê gelê Kurd li her aliyên Kurdistan re.

Kobanê dide aşkirekirin ku ew di aliyê netewî de, hêla sor datîne ser êrişkirina li ser doza kurdî û bi taybet Yekîneyên Parastina Gel û ya jinê (YPG-YPJ), ji berku ew herdu hêz bi şev û roj parastina rasteqîne ya rûmet û abruya gelê me li hemû deverên Rojavayê Kurdistanê dikin û îro hûn jî dibînin û agahdarin ku berxwedana YPG-YPJ li Kobanê dengvedaneke navnetewî daye û bûye sembola cîhanî. Ji ber wê yekê gereke hemû aliyên siyasî û civakî û sivîlî û mafdarî ji xwe re berxwedana herdu hêzên rewa yên Rojavayê Kurdistanê bi bingeh bibînin û rêz lê bigirin û xwedî lê derkevin.

Karmendê asayîşa Kobanê Azad Kobanê bi awayekî kenlêv axiftin û pêşniyara xwe ya dawî ji PUKmedia`yê re kir û got: Ez hêvîdar im ku civîna herdu aliyênRojavayê Kurdistan ya li Duhokê ku di navbera TEV.DEMê û ENKS`ê de birêve diçe lihev bikin û yekrêziya gelê me biparêzin tako em xwedî li berxwedana Kobanê derkevin ku buye bi sembol ji hemû cîhanê re û ez spasiya we û PUKmediayê dikim ku di rewşeke wiha yametirsîdar de  û aloz we xwe gihande nav Berxwedana Kobanê û hûn nêrînên şervanên Kobanê ji bo raya giştî kurdî û cîhanî diweşînin û silav ji kelhaya berxwedanê bo serok Mam Celal û xelkê Herêma Kurdistanê ku ewqas xema me xwerine.

Di nêrîna min giştî yê li Kobanê dijîn de, Kobanê wê qet nekeve û wê b bide û wê semboltiya berxwedanê berdewam bike.

Di rastiya rewşa heyî li kantona Kobanê de, ji mirov re derdixe hole ku berxwedana heye, di dîroka nûh de, hîn nehatiye holê û ev rengê ku tê dîtin ti caran di serdema 21`an de, çênebûye û ji ber wê yekê jî, îro Kobanê bûye sembola berxwedana Kurdistan û cîhanê û ciheke taybet di dîrokê de girt.

Ev 41 rojin pir li berxwedan û cengê girane, lê şervanên YPG`ê û YPJ`ê pir bi lehengî û qehramantî dicengin û bersiva êrişkerên çîtreşan didin. Ev yek bûye cihê rêzgirtina tevahiya cîhanê ji Kobanê û şervanên wê yên şorşger re.


Reportaj: Hozan Efrînî - Kobanê

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket