Mam Celal bi serkeftinên şervanên Kobanê bextewere

kurdistani 10:58 AM - 2014-10-26
civîna polîtburoya YNK`ê ligel Şanda Rêvebiriya Xweser û ENKS`ê

civîna polîtburoya YNK`ê ligel Şanda Rêvebiriya Xweser û ENKS`ê

Cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî bi tev her yek ji berpirsê desteya kargêr ê mekteba siyasî Mela Bextiyar

ligel hejmarek ji endamên desteya kargêr, mekteba siyasî û encumena serkirdeyetiyê pêşwazî li şanda hevbeş a Rêvebiriya Xweser a Demokrat û Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê kirin.

Di hevdîtinê de herdu aliyan rêkeftina li Duhokê di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de lidarket gotebêj kirin.

Di serî de cîgirê sekreterê giştî Kosret Resûl di civînê de tekez li ser wê yekê kir ku cudahî di navbera beşên Kurdistanê de nîne û cudahiya diyar bi tenê ew`e, ew sînorê di navberê de ye û li bermber metirsiyên û gefên li dijî gelê Kurd tekez li ser yekrêziyê kir û bal kişand ser bi wê yekê ku yekhelwestiya hêzên Kurdistanê li beremberî DAIŞ û hevkariya di navbera perçeyên Kurdistanê de ji bo her kesî cihê serbilindî û şanaziyê ye.

Kosret Resûl rêkeftina di navbera hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê de bi rêkeftina girîng nirxand û got: Ev rêkeftin  ji bo her kesî cihê şanaziyê ye û tekez kir ku pêşroja Rojavayê kurdistanê û pirsa siyasî û demokrasiyê li wê beşî ji Kurdistanê ronî ye, her wiha rola serok Mam Celal û xebatên wî yên ji bo avakirina yekdengî û yekrêziyê li Rojavayê Kurdistnaê giranbiha nirxand.

Ji aliyê xwe ve berpirsê desteya kargêr ê mekteba siyasî Mela Bextiyar da xuya kirin ku Serok Mam Celal bi serkeftinên şervanên Kobanê bextewere û şervanên Kobanê bi serkeftina leşkerî  ligel serkeftina siyasî ya bi destxistin serê hemû gelê Kurd bilind kirin. Mela Bextiyar her wiha tekez kir ku rêkeftina di navbera hêz û aliyên Rojava de lidarket jî, ji bo gelê me mafên xwe yên Demokratî bi destbixîne xebateke dîrokî mezine.

Mela Bextiyar pê de çû û tekez kir ku; Ew di wê baweriyê de ye piştî ku rêkeftina Duhokê bi serpereştiya seroketiya Herêmê û piştgiriya hemû aliyan bê cîbicî kirin, hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê dê karibin prosa siyasî û berxwedanê pêşve bibin û destkeftiyên demokratîk li Rojavayê Kurdistanê veguhesînên qonaxeke pêş. Û got; We nimûneyeke ciwan ji xebata hêzên Kurdistanê ya siyasî û yekgirtî û cîbicîkirina erkên demokrasiyê li Rojavayê Kurdistanê bi destxist.

Mela Bextiyar her wiha da xuya kirin ku yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, wê rê bide hêzên rojava bêtir piştgirî bidin Kurdistanê û rêkeftina Duhokê dê bandorek mezin bi ser siyastê de bike li navçeyê, ev bandor dê hêz bide her yek ji YNK`ê û PDK`ê û hemû hêzên cuda yên beşên din ên Kurdistanê.

Mela Bextiyar di berdewamiya axaftina xwe de got: Kobanê pêngavek nîştimanî afrand û bi vê pêngava xwe pişgiriyek mezin da, û da xuya kirin ku li gel serkeftina leşkerî serkeftineke siyasî jî bi dest ket, her wiha tekez li ser wê yekê kir ku ev rêkeftin û ezmûna li Rojavayê Kurdistanê dê xwedî bandorek mezin be bi ser beşên din ên Kurdistanê de. Û di vê derbarê de cexit kir ku YNK`ê ji bo piştgirî û piştevaniyê bide Rojavayê Kurdistanê çi ji dest tê wê bike.

Ji aliyê xwe ve şanda hevbeş a Rêvebiriya Xweser û Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê, piştgirî û piştevniya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dide Rojavayê Kurdistanê bimebeste avakirina yekrêziya di navbera hêz û partiyên Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê berz nirxandin û spasî li YNK`ê kirin.

Her wiha şandê kefxweşiya xwe bi hevdîtina li gel Serok Mam Celal anîn ziman û rola Serok Mam di dîroka xebata gelê Kurd de li Rojavayê Kurdistanê jî giran biha nirxandin û bal kişandin ser rola serok Mam Celal di avakirina yekem Partiya Kurd de li Rojavayê Kurdistanê di sala 1954`an de.

PUKmeida / Pukpb

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket