Li Geverê 3 leşkerên Tirk hatine kuştin

kurdistani 10:19 PM - 2014-10-25
Li Geverê 3 leşkerên Tirk hatine kuştin

Li Geverê 3 leşkerên Tirk hatine kuştin

Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ve ye li bakûrê Kurdistanê, îro şemiyê sê leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li Gevera Colemêrgê 3 kesên ku tê gotin ew çawîşên pisporin, li ser Rêya Cengîz Topel hatin gulebarankirin. Her sê leşkerên ku di encama gulebarandê de  birîndar bûn, li kolanê di nava xwînê de man.

Piştî ku ekîbên tendurîstiyê hatin cihê bûyerê,  ew lekerên birîndar  li ser darbestan kirin û birin nexweşxaneyê. Ji ber dengê çekan bi hezaran welatî hatin cihê bûyerê û li wir civiyan. Ji aliyê xwe ve Polîs bi çekên giran hatin cihê bûyerê. Piştî demekê polîsan bi wesayîtên zirxî cihê bûyerê dorpêçkirin û bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Li ser êrîşa polîsan esnafan derabeyên dikanên xwe girtin.

Piştî bûyerê polîsan li navenda navçeyê bi wesayîtên zirxî dorpêçkirin. Der barê rewşa her sê kesan de agahî nehatin bidestxistin.

PUKmedia / ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket