Saidî Pîre: YNK`ê berdewame di piştgiriya Kobanê de

kurdistani 08:09 PM - 2014-10-25
 Saidî Pîre: YNK`ê berdewame di piştgiriya Kobanê de

Saidî Pîre: YNK`ê berdewame di piştgiriya Kobanê de

Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ligel şanda hevbeş a Rêvebiriya Xweser a Demokrat û Encumena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê civiya û rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê û Kobanê gotebêj kirin.

Piştî civîn bi dawî bû kongireyek rojnamevanî havbeş hate lidarxistin, di kongirê  de YNK`ê tekez li ser piştgirî û piştevaniya bi Kobanê ş Rojava re kir, ji aliyê xwe ve Saidî Ehmed Pîre bi xêrhatin li şanda mezin a partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kir û da xuya kirin ku şandê serdana Serok Mam Celal kir û rêkeftina di navbera Partiyên siyasî  yên Rojava de lidarketî li ber serok Mam Celal rêxistin û bernemaya karê hevbeş a li bermber gefên bi ser gelê Kurd de derdikevine holê pêşkêş kirin.

Saidî Pîre wekî din diyar kir ku şandê ji ber xebat û keda Polîtburoya  YNK`ê ji salan ve dide ji bo avakirina yekrêziya Kurd spasî li Polîburoya YNK`ê  kirin û tekez li ser wê yekê kir ku YNK`ê dê berdewam be di pêşkêşkirina yarmetî û alîkariyên leşkerî bo Kobanê û Rojavayê Kurdistanê, her wiha bal kişand ser bi xebatên YNK`ê di qada navnetewî de ji bo dabînkirina piştgiriya navdewletî bo Kobanê û di heman demê de berxwedana şervanên Rojavayê Kurdistanê li bermber terora DAIŞ berz nirxand.

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket