Di 24 demjimêrên dawî de 41 çete li Kobanê hatin kuştin

kurdistani 05:56 PM - 2014-10-25
Di 24 demjimêrên dawî de 41 çete li Kobanê hatin kuştin

Di 24 demjimêrên dawî de 41 çete li Kobanê hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê ku wêneyek jê hate PUKmedia tekez kir ku di şer û pevçûnên navbera şervanên YPG`ê û çeteyên rêxistina terorê  DAIŞ de yên di 24 demjimêrê dawî de li herêma Kobanê herî kêm 41 çete hatin kuştin, 3 otombêlên çeteyan hatin rûxandin û gelek cebilxane hate desteserkirin. Her wiha welatiyekî sivîl û 4 şervanên YPG’ê jî bi lehengî jiyana xwe ji dest dan.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:

“Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku roja 15'ê Îlonê ji demjimêr 20:00`an bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin di roja 40 de dewam dikine. Şervanên me yên YPG/YPJ1ê ku desteka herî mezin ji gelê me digirin û hêzên Burkan El-Firat ku ji pêkhateyên Artêşa Azad a Sûriyeyê pêk tên, di roja 40 de jî derbên mezin li çeteyan dane û êrîş têk birine. Komên çete li hemberî berxwedana bêhempa her roj baweriya xwe ya serkeftinê winda dikin û ji ber vê sedemê herêmên ku gelê me yê sivîl lê dijî bombebaran dikin. Di bombebarana dawî de welatiyekî sivîl şehîd bûye.

Li eniya Rojhilat ku êrîşên çeteyan herî zêde lê pêk tên, duh jî şerê dijwar dewam kir. Şer heta demjimêrên sibehê dewam kir û hêzên me derbên mezin lê wan dan. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê herêmê 24 çete hatine kuştin.

Li kolana Şaredariyê ku li devera rojhilat a bajêre û şerek dijwar lê birêve diçe. Bi qasî ku hatiye diyar kirin li vê herêmê jî 4 çete hatine kuştin. Hêzên me dest danîne ser 2 keleşnîkov û gelek alavên leşkerî.

Li başûr rojhilatê Kobanê, li ser rêya Helinc-Korpinkar û Helinc Şêranê hêzên me li dijî çeteyan çalakiyek pêk anî. Li ser rêya Helinc-Korpinkar 2, li ser rêya Helinc-Şêran jî wesayîtek hatine rûxandin. Di van çalakiyan de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 11 çete hatine kuştin.

Li eniya başûr jî şevê din di navbera çeteyan û hêzên me de şerê dijwar sing bi sing dewam kir. Hejmara kuştî û birîndarên di vî şerî de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li derdora xwaringeha Seyran a li başûrê bajêr jî li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de motorsîkletek hate rûxandin, 2 çete hatin kuştin, çekek sûîqestê û keleşnîkofek hatin desteserkirin.

Li eniya rojava jî êrîşa çeteyan ku xwestin bikevin bajêr hatiye têk birin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herêmê nehatiye zelalkirin.

Di şerê şevê din de, çar hevalên me yên ku bi fedakarî û îradeyek mezin, bi qehremanî şer kirin tevlî nava refên şehîdan bûn.

Dîsa di encama topbarana komê çeteyan a li dijî navenda bajêr jî, duh nîvro welatiyê bi navê Mihemed Hemê yê 44 salî şehîd bûye.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket