Şehîdbûna şervanên birîndar ên YPG li Tirkiyê cihê gomanê ye

kurdistani 03:04 PM - 2014-10-25
Şehîdbûna şervanên birîndar ên YPG li nexweşxaneyên Tirkiyê bi gomane

Şehîdbûna şervanên birîndar ên YPG li nexweşxaneyên Tirkiyê bi gomane

Di çend demjimêrên borî de 3 birîndarên şervanên YPG ku li Kobanê bo nexweşxaneya Riha û Pîrsusê hatibûn şandin piştî demekî kin li nexweşxaneyê şehîd bûn û fermandariya hêzên YPG nîgeranin û gomana wan heye.

Jêderekê pêbawer li bakûrê Kurdistanê ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Gomana wan li reftarên Tirkiyê li beramber bi şervanên birîndar ên YPG heye ku di çend demjimêrên borî de 3 şervanên birîndar ên YPG rakiribûn nexweşxaneya Tirkiyê lê belê piştî demekî kin şehîd bibûn.

Wê jêderê got: Gomana wan li wê yekê çê bûye ew şervanên birîndar, birînên wan ewqas giran nebûn taku şehîd bibin, jiber vê jî bûye cihê gomanê û piştî wê halite jî Yekîneyên Parastina Gel dest bi lêkolînê kirine di wê bare de û di dema pêş de ewê bi raportekê rastiya wê belav bikin.

Libarê birîndaran jî got: Îro piştî birîndarbûna 2 şervanên YPG ew rakiribûn nexweşxaneya Riha ya Tirkiyê û piştî demeke kin şehîd bûne, her weha şeva borî jî bi heman awayî şervanekî din yê qehreman yê YPG  binavê (Mihemed Şahîn) bo nexweşxaneya Pîrsusê ya bakûrê Kurdistanê hatiye rakirin û ew jî li wir şehîd bûye.

Jêderê ku çalakvanekî nêzîkî YPG ye behsa wê jî kir ku: Her birîndarek ku jib o nexweşxaneya Tirkiyê tê rakirin piraniya wan di demekî kin de şehîd dibin, ji ber vê jî Tirkiyê her çiqas hevkariya Kurdên Rojavva nake jî di heman demê de jî rewşê dijwartir dike û hewla lawazkirina hêzên YPG jî dide.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket