Li Êraqê zêdetir li 109 hezar kes şehîd bûne

kurdistani 02:07 PM - 2014-10-25
Li Êraqê zêdetir li 109 hezar kes şehîd bûne

Li Êraqê zêdetir li 109 hezar kes şehîd bûne

Rojnameya Gardiyan a Birîtanî di raportekê de amara kuştiyan û birîndarên teqînan û hewlên xwekujiyê ku li tevahiya navçeyên êraqê hatine encamdan belav kiriye û li gor amaran di şeş salan de zêdetir li 109 hezar kesan di nava wan de sivîl û hêzên ewlekariyê jî hebûne jiber teqîna bomban şehîd bûne.

Rojnameyê amar bi vî awayî weşandine: Di nava salên 2004-2009`an de 109 hezar û 32 welatî şehîd bûne ku 66 hezar kes welatiyên sivîl bûne û bajarê Bexdadê ji wê rêjeyê zortirîn pişk berkeftiye ku 45 hezar û 497 kes têde hatine kuştinê.

Her weha amaje bi wê yekê jî kiriye ku aramtirîn cih jî bakûrê Êraqê ye, wate Herêma kurdistanê ye ku 328 kes têde şehîd bûne.
Di raportê de hatiye destnîşan kirin ku ji ber kiryarên terorîstî û aloziyên li Êraqê 176 hezar û 382 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan jî sivîl bûne.

Her weha zêdetir li 66 hezar û 620 bombeyên çandî li nava axa Êraqê hatine çandin û ji wan 32 hezar bomb teqiyane û 44 hezar û 620 bombe jî ji aliyê hêzên ewlekariyê hatine pûç kirinê.

Rojnameya hişyarî daye û gotiye: Jiyana mirovatî li Êraqê di mezintirîn metirsî de ye û bi çûna DAIŞ bow î welatî ew metirsî qat bi qat zêdetir bûne.

PUKmedia/Saman Elî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket