Pêşmerge ketin nava Zumarê

kurdistani 01:17 PM - 2014-10-25
Pêşmerge ketin nava Zumarê

Pêşmerge ketin nava Zumarê

Hêzên pêşmerge gihêştin nava Zumarê û şerê kolan bi kolan li dijî terorîstên DAIŞ destpê kiriye û çend gundek û rêya serkîjî control kiriye.

Fermandarekî hêza pêşmerge li nêzîkî zumarê ji PUKmedia yê ragihand ku: êrişa hêzên pêşmerge bo navenda Zumarê destpê kiriye û niha li nîva bajarokê pêşmerge şerê kolan bi kolan li gel DAIŞ dike û heya niha ziyanên DAIŞ nayê zanîn.

Wî fermandarê pêşmerge got jî: Îro 25/10/2014 hêzên pêşmerge gundên Til Kafir û girê pirê û Cezîrê azad kirine her weha li beranber gundê girê Kafir wêstgeheke neftê control kiriye ku li jêr destê terorîstên DAIŞ de bûye.

Bi gotina wî fermandarî niha rêya serekî ya bajaroka Zumarê ta serbazgeha Kesk li jêr destê hêzên pêşmerge de ye.

Fermandarê pêşmerge ew jî ragihand ku. Bombardumana balafirên hevpeymanan bo ser baregehên DAIŞ li nava navenda bajaroka Zumarê û dewrûberê wê ji duh êvarê ve destpê kiriye û heya niha jî berdewame. Di encama bombardumanê jî 2 otombêlên bombekirî yên DAIŞ jî teqiyane û ziyanekî mezin gîhandiye DAIŞ û hejmarek zor jê kuştine.

PUKmedia/Goran Wehab

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket