Hêzên pêşmerge 2 gund kontrol kirin û berve Zumarê bi pêşve diçin

kurdistani 12:18 PM - 2014-10-25
Hêzên pêşmerge 2 gund kontrol kirin û berve Zumarê bi pêşve diçin

Hêzên pêşmerge 2 gund kontrol kirin û berve Zumarê bi pêşve diçin

Îro demjimêr 6:00 danê sibehê hêzên pêşmerge dest bi operasyoneke berfereh bo paqijkirina navçeya Zumarê û dewrûberê wê kirine û heya niha 2 gund rizgar kirine û berve bajaroka Zumarê bi pêşve diçin.

Kargêrê malbenda Musilê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xeyas Surçî ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro êrişên hêzên pêşmerge bo ser bajaroka Zumarê destpê kiriye û karîne herdu gundê Yelmos û Til Kafir a ser bi bajarokê control bikin û niha berve zumarê bi pêşve diçin.

Surçî got jî: Di dema êrişa hêzên pêşmerge bo kontrolkirina û pakkirina bajaroka Zumarê bombeyek çandî bi hêzên pêşmerge de teqiyaye lê bi kêfxweşî ji bilî birîndariyê çi pêşmergeyek şehîd nebûye.

Amaje bi wê yekê jî kir ku li gel êrişên hêzên pêşmerge balafirên şer bombardumana baregehên DAIŞ li nava Zumarê jî dikin û terorîstên DAIŞ tu bersivek wan tune bûye.

Li ser pirsa egera vekişyana hêzên pêşmerge berya niha piştî kontrolkirina Zumarê Xeyas Surçî  da zanîn ku: Pêştir hêzên pêşmerge ew navçeye control kiribû lê belê ji ber ku hemû avahî û cihên giştî ji aliyê terorîstên DAIŞ hatibûn bombekirin pêşmerge li Zumarê vekêşyabû.

Sebaret bi egera dubarebûna heman metirsî jî kargêrê malbenda YNK li Musilê got. Niha amêra pûçkirina mîman ketiye destê hêzên pêşmerge û bi vî awayî di her pêşveçûnekê de pêşmerge dikarin pêşiya xwe ji metirsiyan paqij bikin.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket