Li Kobanê 2 serkirdeyên mezin ên DAIŞ hatine kuştin

kurdistani 11:22 AM - 2014-10-25
Li Kobanê 2 serkirdeyên mezin ên DAIŞ hatine kuştin

Li Kobanê 2 serkirdeyên mezin ên DAIŞ hatine kuştin

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 2 serkirdeyên mezin ên terorîstên DAIŞ ku serpereştiyarê şerê li Kobanê bûne kuştine.

Çalakvanê siyasî yê nêzîkî YPG, Arî Herkî ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Serkirdeyên giring ên terorîstên DAIŞ ku hevmilê Omer Şîşanî serpereştiya şerê li Kobanê dikirin ji aliyê şervanên YPG ve hatine kuştinê.

Amaje bi wê yekê jî kir ku: Ew 2 emîrên DAIŞ ku hatine kuştinê yek ji wan xelkê Azerbeycanê ye û navê wî (Ebu Xalid Azerî) ye û ewê dine jî navê xwe (Ebu Mowaz) e.

Ew çalakvanê YPG aşkira jî kir ku serkirdeyê şerê Kobanê Omer Şîşanî bi xwe jî ji aliyê şervanan ve birîndar bûye.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket