C.Yawer libarê şandina hêz bo Kobanê ji PUKmedia`yê re axivî

kurdistani 09:27 PM - 2014-10-24
C.Yawer libarê şandina hêz bo Kobanê ji PUKmedia`yê re axivî

C.Yawer libarê şandina hêz bo Kobanê ji PUKmedia`yê re axivî

Berdevkê wezareta pêşmerge radighîne ku ew pêşmergeyên ku hatine amade kirin daku biçin Kobanê jib o piştevaniya biayên me ên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hemû hêmû ji hêza wezareta pêşmerge ye û ew çek û teqemenî ya bi wan re jî ya wezaretê ye.

Ferîq cebar Yawer, berdevkê wezareta pêşmerge û di heman demê de emîndarê gitşiyê yê wezaretê ye li bare şandina hêzên pêşmerge bo Kobanê ji PUKmedia`yê re got: Ji niha v edema şandina wê hêzê diyar nîne ku biçe nava Kobanê bo piştevaniya birayên me ên Kurd li Rojavayê Kurdistanê.

Yawer got: Wezareta pêşmerge li gel welatê Tirkiyê û hevpeymanan de hemû amadekariyên xwe kirine bo şandina wê hêzê di demek nêzîk de lê belê lê belê dive hemû alî bizanin ku şandina hêzekê bi vî awayî bo nava axa welatekî dine bi çendîn curên çekan hêsan nîne û pêwîstî bi demê heye.

Sebaret bi wê yekê ku dibe ku welatê Tirkiyê tenê rê bide bi 150 pêşmergeyî ku di nava axa wê de û piştre biçe nava kobanê de Cebar Yawer got: Me jî weku we tenê bi rêya ragihandinê ew nûçe bîstiye û me ji aliyê hikûmeta tirkiyê vet u tiştekî fermî div ê bare de negihêştiye me.

PUKmedia/Diyar Star

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket