Polat Can: Tirkiyê dixwaze bi navê artêşa Azad bikeve Kobanê

kurdistani 08:44 PM - 2014-10-24
Polat Can: Tirkiyê dixwaze bi navê artêşa Azad bikeve Kobanê

Polat Can: Tirkiyê dixwaze bi navê artêşa Azad bikeve Kobanê

Berpirsê ragihandina Yekîneyên Parastina Gel YPG radighîne ku ew hemû hevkarî û destêwerdanek li Kobanê red dikin eger bi fermî li gel YPG de goftûgo nekin.

Polat Can ji PUKmedia`yê re ragihand: Piştî ku îro 24/10/2014 beyannameyek bi navê artêşa Sûrî ya Azad hatiye belav kirin ku ew amadene bi hemû awayî hevkariya hêzên YPG li Kobanê bikin, lê belê ew beyanname ji aliyê serokê leşkerî yê artêşa azad ve hatiye red kirinê û fermandarê leşkerî yê artêşa azad dibêje, ku ew bi ti awayî haya wan li wê beyannameyê tune ye.

Can got: Bi dîtina me piştî ku çendîn car Erdogan xwest hêzên Kurdî yên ku li Kobanê li dijî terorîstan şer dikin bibin bixe lê nekariye niha jî dixwaze bi awayekî ji awayan çend kesan bixe nava rêzên YPG û bi wî awayî hêzên YPG li Kobanê bibin bixe.

Berpirsê ragihandina Yekîneyên Parastina Gel YPG ragihand: Welatê Tirkiyê dixwest DAIŞ li Kobanê bi cî bike lê nekariye , her weha dixwest rê li şandina çekan bo Kobanê bigre ji destê wê nehat, jib o vê jî niha dixwaze bi navê artêşa sûrî ya Azad çend kesikan bîne nava kobanê û bikare bi rêya wan çend kesan morala YPG bişkîne û Kobanê radestî DAIŞ bikin.

Polat Can ew jî da zanîn ku: Erdogan bi çi awayî mebesta wî ya hevkariya kurd bike nîne, eger na, heya niha çendîn welatiyên Kurd li Kobanê hene û nahêle biçin nava axa Tirkiyê û li ser sînor asê mane, her weha çendîn gêncê Kurd ku niha li wê aliyê sînorin ku dixwazin li dijî DAIŞ şer bikin biçin nava kobanê lê Tirkiyê rê nade wan û rêgirî dike.

Got jî: Artêşa sûriyê ya Azad ragihandina ku niha hêzên wan jî di nava şerdane û ji ber wê jî bi ti awayî nikarin hevkariya hêzên Parastina Gel (YPG) bikin.

Amaje bi wê yekê jî kir, Can got: Heya niha tu aliyekê opozisyona Sûriyê bi fermî amadebûna xwe nîşan nedane ku bê û hevkariya hêzên YPG bikin.

Li dawiyê Polat Can got. Her aliyê ku bixwaze hevkariya kobanê û YPG bike deriyê me jêre vekiriye û dibê bi fermî bi rêya hikûmeta kantonê ve hevkariya Kobanê û YPG bikin.

PUKmedia/Diyar Star

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket