YPG bîlançoya şerê 24 demjimêran li Kobanê aşkira kir

kurdistani 04:53 PM - 2014-10-24
YPG bîlançoya şerê 24 demjimêran li Kobanê aşkira dike

YPG bîlançoya şerê 24 demjimêran li Kobanê aşkira dike

YPG’ê aşkira kir ku li sê eniyên şer ên bajarê Kobanê bi giştî 54 çete hatin kuştin. Her wiha 9 şervanên YPG’ê û şervanekî Burkan El-Firat jî şehîd bûne.

Bi daxuyaniyeke nivîskî navenda çapemeniya YPG de bîlançoya şerê 24 demjimêran li Kobanê aşkira kiriye ku; “Doh 23/10/2014 danê sibê li devera Kaniya Kurda, taxa şaredariyê û li qada Azadî 24 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Her wiha tirimpêleke wan jî derb xwar. Li vê deverê kileşînkoveke çeteyan, 1 M16 û gelek cebilxaneyên van çekan hatin desteserkirin.

Li eniya başûr di navbera hêzên YPG û çeteyên terorîstên DAIŞ de şerê dijwar qewimîn. Çeteyan li vê deverê xwestin bi tirimpêleke bombebarkirî êrîş bikin, lê ev tirimpêla bombebarkirî di nava çeteyan de hat teqandin. Di encama teqînê de 7 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.

Li rojavayê Kobanê gundê Til Şeiîr û li derdora wê tevahiya roj û şevê di navbera hêzên me û çeteyan de şerekî dijwar û sing bi sing qewimî. Girê Til Şeir di destê hêzên me de ye û li vê deverê 23 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin.

Her wiha 15 kelaşnîkov, 2 BKC, 1 B7 roket-avêj, demançeyek, 2 bêtêl û gelek cebilxaneyên van çekan hat desteserkirin.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî de 9 şervanên YPG'ê û şervanekî Bûrkan El-Firat şehîd bûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket