Roj li Kobanê hiltê.. Dawud Çîçek

kurdistani 02:53 PM - 2014-10-24
Dawud Çîçek

Dawud Çîçek

Berxwedana şervanên YPG û YPJ li Kobanê û piştevaniya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li revendê li her çar aliyên cîhanê, dunya rakir ser piyan û bi destanên qehremaniyê yên şervanên kurd di serî de destana Ceylanan û Arîn Mîrkanan û bi dehan şervanên keç û xort ên YPG û YPJ wijdana mirovahiyê hejandin.

Mirov dikare bêje ku berxwedana Kobanê hastên Kurdan a yekîtiyê û yekrêziyê jî livand û ew yek ferz kir ku divê Kurd bilez yekîtiya xwe xurt bike û rola xwe ya dîrokî di şerê li dijî hêzên tarî bilîze û hemû planên dijminan û neyaran pûç bike.

Berxwedana Kobanê hêşt ku hêzên hevpeyman ya bi serokatiya Emerîka li dijî terora DAIŞ bawer bike ku gelê Kurd ê ku bi hezaran sale ji mafên xwe yên rewa hatiye mehrûm kirin û hertim jib o bidestxistina azadiya xwe têkoşîn bê navber berdewam kiriye, dikare bibe hevpeymanê rasteqîne li rojhilata navîn li Êraqê Pêşmergeyên qehreman û li Sûriyê jî şervanên YPG û YPJ yên behlewan.

Îro Kurd bi saya pêşmerge, Gerîla û YPG dibin faktorê serekî di rojhilata navîn de ku pêşveçûnên dîrokî bi xwere aniye û ew yek îspat kir ku Kurd hêza dînamîk û motora demokrasiyê û azadiyê ne li navçeyê û bi bê Kurd mihale istiqrar û aramî li navçeyê bi cî bibe.

Berxwedana Kobanê helwesta partiyên başûrê Kurdistanê kire yek û hêşt li parlemana Kurdistanê biryara piştevaniya rojavayê Kurdistanê û naskirina statuya gelê Rojavayê Kurdistanê bête standin û biryara şandina hêza pêşmerge bo birayên xwe li Rojava û bi taybet li Kobanê bide.

Berxwedana Kobanê Partiyên Rojavayê Kurdistanê gîhandin hev ku hemû nakokiyên hizbî û partîcîtî yên teng bidin aliyekî û tene û tenê bi berxwedan û şerê li dijî terora DAIŞ û parastina herêmên Rojavayê Kurdistanê û bi yekîtiya hêz û rêzên xwe dikarin bighên armancên xwe. Jiber ku îro çek û sîlah diaxive û pênûs rawestiyaye û heya ku çek raneweste rêya siyasetê venabe. Îro siyaset di lûleya tifengê re derbas dibe.

Berxwedana jin û keçên li Kobanê  bûn sembola cîhanê û bala hemû dunyayê kişand ser xwe ku miletekî weku Kurd heye ku jinên wan bi qehremanî û çavnetirsî mil bi milê zilaman di çeperan de li hemberî koletiyê û tarîtiyê û terora cîhanî  şer dike.

Belê Kobanê, dibîstana berxwedanê ye, dibîstana şerê man û nemanê ye, warê mêrxas û qehremana ye, îro roj li Kobanê hiltê û dê şewqa xwe bide hemû mirovahiyê, hemû cîhanê, jibo azadiyê û serfiraziyê, Kobanê sembola Kurdewariyêye.

24/10/2014

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket