DAIŞ, 2 ziyaretên din teqandin

kurdistani 01:24 PM - 2014-10-24
DAIŞ, 2 ziyaretên din teqandin

DAIŞ, 2 ziyaretên din teqandin

Terorîstên DAIŞ li başûrê rojhilata bajarê Tikrîtê 2 ziyaretên olî û ên dêrîn teqandin.

Jêderekê li encûmena parêzgeha Selahedînê ji PUKmedia`yê re ragihand: Terorîstên DAIŞev bû cara 11`an çûnwarên mezhebî û olî û dîrokî li parêzgeha Selahedînê bi taybetî li Tikrîtê diteqîne.

Wê jêderê got: Terorîstên DAIŞ mezargehên her yek li (Îmam Mihemed Dirî) ku xizmayetî li gel (Îmam Musa Kazim) de heye li gel mezargeha (Seyid Salih Niêmî) li navçeya Dor li başûrê rojhilata Tikrîtê teqandine.

Wê jêderê got jî her du ziyaret bi temamî jinav çûn û ti şopekî wan bi cî nemaye û ew karên han jî ji aliyê endazyarê taybet yê çandina bombeyan a DAIŞ tê encamp danê.

Libarê pêşveçûna hêzên artêşa Êraqê jî wê jêderê got: Temamiya rêyên serekî ya bajarê Tikrîtê hatine control kirinê û beşekî kên li bakûrê rojavayê bajêr di destê DAIŞ de ye. Her weha di demek nêzîk de jî Tikrîtê bi temamî dê bê rizgar kirinê.

PUKmedia/Saman Elî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket