33`yemîn salvegera koça Cegerxwîn hate bibîranîn

kurdistani 09:23 PM - 2014-10-23
33`yemîn salvegera koça Cegerxwîn hate bibîranîn

33`yemîn salvegera koça Cegerxwîn hate bibîranîn

Partiya Çep ya Demoratîk a Kurd li Sûriyê di şevbêrkeke çandî de, 33’yemîn salvegera seydayê nemir Cegerxwîn bibîr anî.

Bi armanca bîranîna 33’yemîn salvegera koça dawî ya nîviskarê Kurd seydayê nemir Cegerxwîn, Partiya Çep a Demoratîk a kurd li Sûriyê  şevê din li salona Celadet Bedirxan a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo şevbêrkek çandî organîze kir.

Di şevbêrkê de sekretêrê Partiyê Salih Gedo, helbestvan, rewşenbîr û bi dehan welatî amade bûn.

Şevbêrk bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Konê Reş, Xalib Derwîş û Deham Hesen derbarê keseyeta Seyda Cegerxwîn, tekoşîn û berhemên wî di pêşxistin û nûkirina çanda kurdî de axivîn û dane zanîn ku Cegerxwîn di pirtûkên xwe yên kurdî de çanda gelê xwe li cîhanê belav kir.

Ji alî xwe ve helbestvan Deham Hesen bal kişand ser astengiyên ku Cegerxwîn di belavkirina çanda kurdî de dikişand û da zanîn ku Cegerxwîn di civaka xwe de kesayeteke bi hermet û rêzdar bû.

Di şevbêrkê de her wiha sekretêrê partiyê Salih Gedo axivî û bal kişand ser rola tekoşînên wekî seydayê nemir Cîgerxwîn di vejandina çanda kurdî de.

Di dawiya şevbêrkê de keseyeta netewî Salih Silo ji aliyê Wezîrê Karên derve yê kantona Cizîrê Salih Gedo ve hate xelat kirin.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket