Steinmeier: Welatên cuda wê beşdarî prosa perwerdekirina pêşmerge bibin

kurdistani 08:34 PM - 2014-10-23
Wezîrê karê derve yê Alemanya Frank-Walter Steinmeier

Wezîrê karê derve yê Alemanya Frank-Walter Steinmeier

Wezîrê karê derve yê Alemanya Frank-Walter Steinmeier ragihandin Almanya difkire hêzên pêmerge li Herêma Kurdistanê perwerde bike û asta hêzên têne perwerde kirin zêde bike, her wiha da xuya kirin ku dibe hejmarek ji welatên cuda yên YE beşdarî prosa perwerdekirina hêzên pêşmerge bibin.

Steinmeier îro pêncçemê li paytexta Azarbîcan Bako da xuya kirin ku hikûmeta Almanya difkire artêşa Almanya beşdarî prosa perwerdekirina hêzên pêşmer bibe li Herêma Kurdistanê , her wiha bêtir çek ji hêzên pêşmerge re rêke û got; Tîme Alman ji artêşê û wezereta karê derve amadekariyên erka nû dikin.

Wezîrê Alman got: Almanya difkire li Hewlêrê hejmarek zêdetir ji Kurd perewede bike û wiha pê de çû; Çav li rê ye welatên cuda yên YE beşdarê vê prose bibin û hêzên pêşmerge li Hewlêrê perwerde bikin, lê hejmare leşkerên dê pêşmerge perwerde bikin eşkere nekir.

Bi heman mijarê ve girêdayî rojnama"Süddeutsche Zeitung" da xuya kirin ku YE ji aliyê xwe ve difkire hêzekê ku ji 200-300 kes pêk tê rêke û dê 100 jê Alman bin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket