Keça Êzîdî: Rîca dikim me bombarduman bikin

kurdistani 08:12 PM - 2014-10-23
Keça Êzîdî: Rîca dikim me bombarduman bikin

Keça Êzîdî: Rîca dikim me bombarduman bikin

Keçek Êzîdî bi telefonê ligel hêzên pêşmerge axivî û ji bo ku hêzên pêşmerge  avahiya ji aliyê DAIŞ ve ew lê girtîne bombebarna bikine li ber wan gerîn, keça telefon kirî got: Bi tenê ji danê sibehê ve 30 carî destdirêjî li min kirine, her wiha da xuya kirin eger DAIŞ wê berdin jî dê ew xwe bikuje.

Piştî çeteyên rêxistina terorê DAIŞ ew bi tev hejmarek mezin ji Jin û keç neçarî koletiya zayendî kirin, Keça Êzîdî bang li hêzên pêşmerge kir, devera ew lê dîlgirtîne bombebaran bikin û da xuya kirin ew nema dikarin wer berdewam bikin di jiyanê de.

Ezê xwe bikujim

Keça ku navê xwe eşkere nekir got; Bi tenê ji danê sibehê ve 30 carî destdirêjiya seksî lê kirine û ji ber bi karanîna wê ji aliyê zayendî ve bi şêweyeke hov ew nexweşketiye û nema dikarê bi deve de biçe û av birjîne.

Keça ku ji aliyê çeteyên DAIŞ ve destdirêjî lê têkirin di peywendiya xwe de ligel hêzên pêşmerge de, got ku ew ligel hejmarek din ji jin û keç dîl girtiye û ji pêşmergeyên xwest eger ew avahî yan devera ew lê dîlgirtîne nas dikin bombarduman bikin, ji ber ku ew nema dikarin jiyana di bin destê DAIŞ de tehmûl bikin û got; Eger DAIŞ wê  berdin jî, dê xwe bikuje û wiha pê de çû: Vê sibehê, piştî nemakarîn tiştê bi ser wan de tê kirin tehemûê bikin, hejamrek ji keçan xwe kuştin.

Rîca dikim me bombarduman bikin

Navaroka ev rewşa hov a keça Êzîdî jiyan dike ji aliyê çalakvanek Kurd ve bi navê Kerem  ku peywendiyên wî ligel hêzên pêşmerge hene di hevpeyvênekê ligel BBC de hate eşkere kirin.

Kerem got; Yek ji pêşmergeyên peywendiyeke telefonê ji Keçke digirî û qîr dike girt, Keça telefon kir li ber pêşmerge gerî û got; Eger ti zanê em li kur girtîne me bombarduman bikin, ji vir û pêve jiyan bû me nema, ezê herim xwe bikujim vê sibê çend keçan xwe kuştin.

Li gorî Kerem diyar kir keçikê wiha berdewam kir; Ji vê sibê ve û hêja ku nîvro ne bûye 30 carî destdirêjî li min kirin, nema ez dikarim herim ji derve, ez rîca dikim me bombebaran bikin.

Hefteya bihurî YN tekez kir ku bi hezaran ji Kurdên Êzîdî li ser destê çeteyên DAIŞ hatin kuştin û diyar kirin ku ev yek wêneyên Srbirnîtça ya Bosna tîne bîra me, ji aliyê xwe lêkolîner tekez dikin ku 5000 Êzîdî bi gulebarankirina ji aliyê çekdarên DAIŞ ve hatine kuştin û nêzî 7-8 hezar jin û keçên Êzîdî dîl di destê DAIŞ de ne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket