Jinek bo parastina şerefa xwe hatiye şehîd kirin

kurdistani 03:38 PM - 2014-10-23
Jinek bo parastina şerefa xwe hatiye şehîd kirin

Jinek bo parastina şerefa xwe hatiye şehîd kirin

Duh li gundekî ser bi qeza Miqdadiyê terorîstên DAIŞ ser jinekê jê kirin, eve jî piştî ku yek ji terorîstên DAIŞ hewl dabû destdirêjiya wê bike û wê jî yek ji terorîstan kuştibû hatiye.

Jêderekê bilind yê ewlekariyê li polîsê Diyale ew nûçe ji PUKmedia`yê re piştrast kir û got: Duh 22/10 li gundekî ser bi qeza Miqdadiyê li parêzgeha Diyale piştî terorîstekî DAIŞ xwestibû jineke 40 salî neçarî destdirêjiya seksî bike, lê belê wê jinê çeka terorîstekî standiye û demildest ew terorîst kuştiye.

Jêderê got: Piştî ku ew grupa terorîstî zaniye ku wê jinê ew kare kiriye ji aliyê hejmarek terorîst mala wê hatiye dorpêç kirin û ew jin hatiye destgîr kirin û piştre li gor biryara dadgeha şerî`î ya DAIŞ bi şûr sere wê birîne û sivikatî bi termê wê jî kirine.

Jêderê polîsê Diyale yê bilind ew jî aşkira kir ku, pştî wê rûdanê xelkê gundên wê navçeyê çek li hemberî terorîstan hilgirtiye û ji navçeya xwe derxistine.

Cext li wê yekê jî kir ku dîroka êraqê şanazî bi ew jina qehreman dike ku jib o parastina namûs û şeref û kerameta xwe, xwe kiriye qurban.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket